Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Salih Mislim re xwest

12-03-2026
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Sersaxî Salih Mislim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ji ber koça dawî ya Salih Mislim sersaxî ji malbata wî re xwest.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir.

"Ez hevparê xema wan im"

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ji bo koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Salih Mislim, sersaxiya ji malbat, kesûkar û hevalên re dixwazim û ez hevparê xema wan im."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê wî bi biheştî şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û mirovên wî.

Malbata wî dê îro cenazeyê Salih Mislim bibe Rojavayê Kurdistanê û dê li bajarê Kobaniyê veşire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst