Bafil Talebanî: Salih Mislim di mijarên neteweyî de roleke girîng lîst

12-03-2026
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Sersaxî Salih Mislim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Bafil Talebanî da zanîn ku ew ji ber koça dawî ya Salih Mislim gelekî xemgîn e.

"Roleke girîng lîst"

Serokê YNKyê di peyama xwe de wiha got:

"Ez sersaxiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê, hevalên PYDyê û xizmên serbilind ên Birêz Salih Mislim re dixwazim.

Birêz Salih Mislim, wekî yek ji serkirdeyên navdar ên Rojavayê Kurdistanê, di mijarên neteweyî de roleke girîng lîst.

Di yekîtiya me de têkiliya wî ya xurt a bi YNKyê re ya ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû."

Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku ruhê Salih Mislim her dem di aştiyê de bimîne û sersaxî ji malbat û dostên wî re xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst