Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê ve bi 245 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê îro bi 17 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Hewlêr bi 205 dron û mûşekan, Silêmanî bi 34 dron û mûşekan, Dihok bi 4 dronan û Helebce jî bi du dronan hatine armanckirin.
Di encama van êrişan de pênc kesan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.
Herî zêde êrişî Hewlêrê hatiye kirin
Li gorî lêkolîna me, 205 êrişên bi dron û mûşekan li ser xalên cuda yên Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda bajêr kirine hedef.
Êrişên li ser Silêmaniyê kêmtir bûne û ji 3yê Adarê ve bi 34 dron û mûşekan êrişî wir hatiye kirin.
Êrişa herî dawî ya bi dronê îro gundê Zirgêwezeleyê yê Silêmaniyê kir hedef.
Di encamê de Pêşmergeyekî Komeleyê canê xwe ji dest da û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Parzûngeha Petrolê ya Sersingê bû hedef
Li gorî amaran, li parêzgeha Dihokê sê êriş bi çar dronan hatine kirin.
Di yekê ji van êrişan a ku şeva 5ê Adarê pêk hat de Parzûngeha Petrolê ya Sersingê bû hedef. Ji ber vê êrişê hilberîna petrolê ya li parzûngehê hat rawestandin.
Herî kêm êriş li Helebceyê hatin kirin.
7ê Adarê bi du dronan êrişî Çiyayê Şinruyê yê li Helebceyê hat kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, armanca êrişê bircên pêwendiyan ên şirketên pêwendiyan bûye.
Cihên ku dron û mûşek li wan ketine
Hewlêr: Dron û mûşek li van herêm û taxan ketine: Kesnezan, Pîrzîn, Karmend, Sêbîran, Roşinbirî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Silêmanî: Silêmanî, taxa Beranan, kolana 60 metreyî, gundê Zirgêwezê, gundê Zirgêwezeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, hêzên fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslucê û Çiyayê Zimnakoyê.
Dihok: Parzûngeha Petrolê ya Sersingê, kampa Bacid Kenda û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Şinruyê.
Mirî û birîndar
Di van êrişan de çar Pêşmergeyên du partiyên Rojhilat û karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Her wiha ji ber êrişan 23 kes birîndar bûne.
11 ji wan ji hêzên ewlehiyê, parêzvanên taybet û sivîl in.
12 birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.
Ji roja yekem a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kir û bi taybetî Hewlêr dibe hedef.
Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên ku Îran piştgiriyê dide wan berpirsiyariya piraniya wan êrişan xist stûyê xwe ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse