Salih Muslim koça dawî kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Şer Amerîka Salih Muslim PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim koça dawî kir.

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Amed Salih Muslim kurê Salih Muslim ji Rûdawê re ragihand, “Beriya demekê bavê min ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li navçeya Enkawayê koça dawî kir.”

Nexweşiya gurçikan pê re hebû

Li gorî gotina Amed, bavê wî demeke dirêj bû nexweşiya gurçikan pê re hebû.

Heyamekê li nexweşxaneyên Silêmaniyê gurçikên wî dihatin şûştin lê hefteyek bû ku li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li Enkawaya Hewlêrê dihat dermankirin.

Amedê kurê wî li ser merasîma veşartin û serxweşiyê got:

"Sibe demjimêr 08:00ê sibehê termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tê birîn û li bajarê Kobaniyê tê binaxkirin."

Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê

Salih Muslim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.

Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.

Salih Muslim ku berê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû, di şerê li dijî DAIŞê de kurekî wî di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şehîd ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst