Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku wan bi xemgîniyeke mezin bihîstiye Salih Mislim koça dawî kiriye û got, “Salih Mislim dê wekî şehîdê azadî û demokrasiyê bijî.”
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin:
"Me bi xemgîniyeke mezin bihîst Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim koça dawî kiriye.
Em sersaxiyê ji malbata wî û ji gelê xwe re dixwazin û di vê rêya ku temenê xwe di xebata azadiyê de derbas kiriye, bi rêz û hurmet wî bibîr tînin."
"Mîrateya berxwedanê"
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku mîrateya berxwedanê ya Salih Mislim dê bibe ronahî ji bo her kesê ku dilê wî ji bo azadiya gelê wî lê dide.
DEM Partiyê her wiha da zanîn:
"Salih Mislim dê di bîra gelan de, bi taybetî jî di bîra gelê Kurd de, wekî şehîdê azadî û demokrasiyê her bijî."
Di dawiya peyama sersaxiyê de wiha hat gotin, "Oxir be hevalê hêja, bîranîna berxwedana te dê her û her rêya me ronî bike."
Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê
Salih Mislim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.
Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse