Mezlûm Ebdî: Salih Mislim pêşengekî mezin ê têkoşîna azadiyê bû

12-03-2026
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Sersaxî Salih Mislim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Salih Mislim re xwest.

Mezlûm Ebdî her wiha got, “Salih Mislim pêşengekî mezin ê têkoşîna azadiyê bû.”

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê  Mezlûm Ebdî li ser hesanê xwe yê Xê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got:

"Me bi dilêşî û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim bihîst.

Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêzîk, pêşengekî mezin, siyasetmedar û welatparêzekî Kurd ê hêja bû.

Di 40 salên borî de roleke mezin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de lîst û gelek caran ji aliyê rejîma Beasê ve hat girtin û sirgûnkirin.

Her wiha Bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke pêşeng lîst."

"Em dê şopa wî dewam bikin"

Fermandarê Giştî yê HSDyê di berdewamiya peyama xwe de soz da ku ew dê têkoşîna Salih Mislim bidomînin û got:

"Em dê şopa şehîdê doza gelê Kurd Bavê Welat dewam bikin heta hêviyên wî bi cih bînin.

Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst