Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Dêrsim û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê îro berf bariya û doh bi şev pileya germahiyê heta 13 pileyan bin sifirê daket.
Tevî ku demsal bihar e jî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germahê daketiye û li çend herêman berf û baran dibarin.
Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê 2 roj in barîna berfê berdewam e û bi şevan pileya germahiyê daketiye 8 pileyan bin sifirê.
Her wiha li navçeya Goleyê ya Erdexanê sir û seqem e û şeva borî pileya germahiyê daketiye heta 13 pileyan bin sifirê.
Li navçeya Pilemûriyeyê ya Dêrsimê jî piştî baranê berf bariya û banên malan û kolanên navçeyê bi rengê spî xemilîn.
Tîmên girêdayî Îdareya Taybet kar û xebat dan destpêkirin ku berfa li ser rêya çend gundên li cihên bilind paqij bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse