Hatîmogullari: Şiyana derxistina yasayan di destê desthilatê de ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Cevdet Yilmaz Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Civîna Encûmena Partiyê de axivî û bersiv da rexneyên Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz.

Yilmaz gotibû, “Divê partiya we li ser pêvajoyê zelal be.”

Hatîmogullariyê li hemberî vê yekê got, “Şiyana çêkirina yasayan di destê desthilatê de ye. Hûn in ku pêvajoyê bi demê re belav dikin. Dema em vê bi bîra we dixin bila zorê li we neke.”

“Pêdiviya Rojhilata Navîn bi aştiyeke stratejîk heye”

Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser şerê Îran, Îsraîl û Amerîkayê û diyar kir ku ev şer bûye sedema erdhejeke jeopolîtîk a mezin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, “Doh li Xeze, Rûsya, Ukrayna, Somalî û Sûriyeyê şer hebû, niha jî li Îranê didome.

Ev şer pergal teqand. Pêdiviya Rojhilata Navîn ne bi aştiyeke taktîkî, bi aştiyeke stratejîk heye. Ev aştî jî bi dabînkirina aştiya navxwe xurttir dibe.”

“Li Tirkiyeyê sê krîzên mezin hene”

Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzên aborî, ekolojîk û enerjiyê kûr bûne.

Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got,“Desthilat ji bo sermayeyê xwezayê talan dike.

Li her derê Tirkiyeyê rûxandineke ekolojîk heye lê li hemberî vê berxwedaneke mezin jî heye.

Krîza din a enerjiyê ye. Her tim digotin me gaz û petrol dîtine. Naxwe li kû ne? Çima bihayê benzînê gihîşt 62-64 lîreyan?”

“Aboriyê welatî fetisandine”

Tulayê diyar kir ku krîza aborî welatî bêhna wan çikandiye û got:

“Desthilat şerê Îranê dike hincet. Divê bacên li ser sotemeniyê yekser werin rakirin.

Baca li ser xwarinên bingehîn were rakirin. Divê ji bo her malekê heta sînorê meaşê herî kêm gaz, elektrîk û av belaş bin.

Divê deynên cotkaran ên heta 500 hezar lîreyî werin jêbirin. Divê desthilat pêşniyarên mixalefetê bibîne.”

“Pêdiviya me bi yasayeke çarçove heye”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, “Ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê her kes ji berê zêdetir bixebite.

Pêdiviya me bi yasayeke çarçoveyê heye ku wekî nan û avê girîng e.

Hûn şiyana yasadanînê di destê xwe de digirin lê hûn pêvajoyê dirêj dikin. Demokrasî nabe mijara bazarê.”

Daxwaza azadiya girtiyan

Hatîmogullariyê bang kir ku girtiyên siyasî werin berdan û got:

“Eger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay û girtiyên Kobanî û Geziyê werin berdan, ma 86 milyon mirov kêfxweş nabin?

Eger Îmamoglu û hevalên wî vegerin ser karê xwe, ma ev baweriyê bi demokrasiyê û paşerojê nayîne?

Em partiya bindestan in û em li hemberî neheqiyan bêdeng namînin. Dersên ku divê ji pêşerojê bên wergirtin eşkere ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst