Li Deriyê Sêmalkayê dê pergaleke nû ya gumrikê were sepandin

2 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Beşa Ragihandinê ya Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Muşîr Remah ragihand ku hîn zû ye mirov behsa sepandina pergala tarîfeya gumrikê ya li Deriyê Sêmalkayê bike.

Wî diyar kir ku ev derî hîn neketiye nav pergala karê desteyê.

Serokê Beşa Ragihandinê ya Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê Muşîr Remah li ser nûçeyên derbarê sepandina pergaleke nû ya gumrikê ya li Deriyê Sêmalkayê daxuyaniyeke ji Rûdawê re axivî.

Muşîr Remah ji Rûdawê re got, "Em dixwazin zelal bikin ku ew nûçeyên di vê derbarê de tên belavkirin heta niha ne rast in.

Rewşa li Deriyê Sêmalkayê wekî xwe ye û ti guherîn çênebûne."

Remah li ser Deriyê Sêmalkayê da zanîn, "Di vê çarçoveyê de niha kar tê kirin da ku ev derî bibe beşek ji pergala karê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan.

Ev jî wekî amadekariyekê ye ji bo sepandina tarîfeya gumrikê ya yekgirtî ku li hemû deriyên sînorî yên Komara Ereban a Sûriyeyê tê pejirandin."

Serokê Beşa Ragihandinê eşkere kir ku "tarîfe li hemû deriyan yek e" û wiha pê de çû:

"Axaftina li ser vê mijarê (ji bo Deriyê Sêmalkayê) hîn zû ye. Divê pêşî derî bikeve nav pergala karê desteyê."

Pergaleke nû ya gumrikê

Di heman çarçoveyê de û li gorî wan zanyariyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, Birêvebiriya Deriyê Sêmalkayê amadekariyên xwe yên ji bo sepandina pergaleke nû ya gumrikê ragihandin.

Navê vê pergalê "Muneseq" e û pergaleke girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ye.

Tê payîn ku ev pergal 12ê Nîsana 2026an were sepandin.

Li gorî zanyariyên ku Birêvebiriya Deriyê Sêmalkayê eşkere kirine, tê pêşbînîkirin ku ev pergal bibe sedema zêdebûneke mezin a gumrika li ser kel û pelên curbicur.

Ev yek dê bandoreke rasterast li bihayên kel û pelên serekî bike û di van şert û mercên aborî yên zehmet de êş û azarên welatiyan zêdetir bike.

Ji deriyekî xizmetguzariyê ber bi deriyekî fermî ve

Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan Mazin Elûş 28ê Adara 2026an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû.

Mazin Elûş li ser îhtîmala guherandina Deriyê Sêmalkayê ya ji deriyekî xizmetguzarî û mirovî ber bi deriyekî sînorî yê fermî û navneteweyî ku bi Herêma Kurdistana ve tê girêdan wisa axivîbû:

"Niha ti gaveke bi vî rengî nîne. Dibe ku piştî wergirtina derî û xistina wî ya nav pergala Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê rewş zelaltir bibe û hinek pêşhatên nû çêbibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst