Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşkeleyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê 5 wesayît li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Îro li nêzîkî gundê Hecî Hemzeyê yê navçeya Aşkeleyê, ji ber berf û şiliyê barhilgirek şimitî.
Barhilgira ku M.S.K. diajot rê girt û otobusa rêwiyan a ku T.U. diajot ji paş ve lê da.
Barhilgireke Îranê ya ku A.T. diajot, ji ber qezayê li kêleka rê rawestiya.
Otobuseke din a rêwiyan a ku F.K. diajot, ji paş ve li wê barhilgira Îranê qelibî.
Di encama her du qezayan de H.B., Z.S., C.K., E.B. û A.A. yên di otobusan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkeleyê.
Zarokekî 4 salî mir
Piştî demekê li cihê qezayê otomobîleke din li barhilgira bi plakaya Îranê qelibî.
Di encama vê qezayê de Gulay Soydemira 56 salî û Enis Kemal Ayranê 4 salî canê xwe ji dest da.
Her wiha N.Ç., T.S., T.A. û A.Ç. jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse