Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûn derket.
Di pevçûnê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Bûyer îro li gundê Qerequyê yê Îdirê qewimî.
Di navbera malbatên Çakmazan û Temelan de ku berê jî neyartiya wan hebû ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Nîqaş piştî demekê vegeriya pevçûnê.
Bi çekan êrişî hev kir
Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.
Di encamê de ji malbata Temelan, Ahmet Temel û Mehmet Temel canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê gund, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê û li gund tedbîrên berfireh wergirtin.
Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin û ji bo desteserkirina gumanbaran xebat didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse