RIHA - Tirbeya Şêx Mesûd li benda geştyaran e

11-05-2019
RÛDAW
Nîşan Riha Tirbeya Şêx Mesûd Geştyar Remezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ku wekî bajarê pêxemberan tê zanîn, Tirbeya Şêx Mesûd  di meha Remezanê de li benda geştyaran e.

 

Tirbeya Şêx Mesûdê piştî xebatên par hatin kirin ji ziyaretvanan re hat vekirin û ji wê rojê vir ve ji geştyaran re mazûbaniyê dike.

 

 

Tê pêşbînîkirin ku geşyarên tirbeya bi sedan sal berê hatiye avakirin, di meha Remezanê de zêde bibin.

 

Serokê Giştî yê Komeleya Yekîtiya Wezîfedarên Olî Muhîttîn Hamdî Yildirim diyar kir ku di çarçoveya Projeya Pireya Biratiyê de çûne Rihayê.

 

 

Yildirim destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de 45 wezîfedar çûne serdana herêmê û wiha pê de çû: "Berê qet nebibû nesîb ku Tirbeya Şêx Mesûd ziyaret bikim, îro hatim û min ziyaret kir. Ev ciyên dîrokî koka dîroka me ne. Me li Rihayê gelek mekanên olî ziyaret kirin. Divê Tirbeya Şêx Mesûd were ziyaretkirin. Şêx Mesûd dostê Xwedê ye."

 

Di nav tirbeyên li Rihayê de ya dîroka wê herî kevn Tirbeya Şêx Mesûd e, 4 eywanên wê hene, wekî medrese hatiye avakirin.

 

Di binê eywanê de ode heye û merzelê Şêx Mesûd di wê odeyê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst