Payîz ji bo Girê Mirazan bi bereket e

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Geştyar Girê Mirazan Festîvala Kurtefîlman a Girê Mirazan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarê dîrokî yê Girê Mirazan ê li Rihaya Bakurê Kurdistanê, di demsala payîzê de rojane nêzîkî 5 hezar geştyaran pêşwaziya dike.

UNESCOyê Tîrmeha 2018an Girê Mirazan xist Lîsteya Mîrata Cîhanê.

Ji wê demê ve, eleqeya ji bo şûnwarê dîrokî sal bi sal zêde dibe.

Amarên serdanan

Hejmara geştyarên ku ji sala 2019an ve Girê Miraza ziyaret kiriye wiha ye:

  • 2019: 412 hezar û 378 kes
  • 2020: 197 hezar û 912 kes
  • 2021: 567 hezar û 453 kes
  • 2022: 837 hezar û 811 kes
  • 2023: 512 hezar û 164 kes
  • 2024: 731 hezar û 794 kes
  • 2025 (Kanûna Paşîn-Îlon): 517 hezar û 316 kes.

Bi giştî ji sala 2019an heta niha 3 milyon û 776 hezar û 828 kesan Girê Miraza ziyaret kiriye.

"Em li hêviya zêdebûnê ne"

Serokê Komîteya Geştyariyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Kamil Turkmen got:

"Girê Mirazan sala 2024an bû şûnwarê ku herî zêde geştyaran ziyaret kiriye.

Di vê heyamê de rojane hejmar digihîje 3, 4 û 5 hezar kesan. Ev hejmareke baş e.

Em ji bo meha çiriya pêşîn li hêviyê ne ku hejmara geştyaran hîn zêdetir bibe.

Ez hêvî dikim demsala geştyariyê baş bi dawî bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst