RIHA - Berî Cejna Qurbanê bazara ajelan sist e

21-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Bazara Ajelan a Rihayê Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îsal pêş cejna qurbanê firotina ajelan li gor sala par gelekî kêm bûye. Di demekê de ku ji Cejna Qurbanê re tenê hefteyek maye, li bazarên ajelan ên Bakurê Kurdistanê kirîn û firotina ku ajeldar û bazirganan hêvî dikirin nîne.

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çiftçi ji Rûdawê re got, îsal dewar û pez gelekî biha ne û kirîn û firotin kêm bûye. Îzzet Çiftçi got: “Bihayê çêlekekê gihiştiye 80 – 100 hezar lîre û pez jî bi 7.5 heta 10 hezar lîre tên firotin. Kirîn û firotin li gor sala par kêm bûye. Gelek kes nikarin îsal qurbanan serjê bikin. Bi taybetî malbatên kêm dahat. Bihayê ajelan li gor sala par %100-120 zêdetir bûne. Li Rihayê bazara qurbanê îsal gelekî sist e.””

Derbarê sedema bihabûna ajelan de jî Îzzet Çiftçi got: “Bernameyeke dewletê ya ajeldariyê nîne û dewlet piştgiriya ajeldaran nake. Di çend salên pêş de ji ber xerciyên zêde ajeldaran gelekî zerar kirin û ji ber wê dest ji ajeldariyê berdan. Ji ber ku piştgiriya dewletê nîne berhemanîn kêm bûye û vê yekê jî bandor li bihayan kiriye. Hejmara ajelan kêm bûye. Ciwanên niha naxwazin ajeldariyê bikin.”

Serokê Komeleya Bazara Ajelên Zindî ya Rihayê Îzzet Çiftçi

Çiftçi dibêje sedemeke din jî ya bihabûnê, hinardeya berx û pez e bo Qeterê. Çiftçi got: “Hejmareke zêde ya berx û pez bo Qeterê tên hinardekirin û ev yek bandorê li bihayan dike. Li Qeterê bi kîlo goşt nayê firotin, ji ber welatekî dewlemend e, goştê ajelên mezin naxun, berx û pez serjê dikin û bêyî parçe bikin dixun.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst