Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Bajarê Êlihê yê DEM Partiyê Mustafa Mesut Tekîkê ku li Stenbolê wefat kiribû dê li Êlihê bê veşartin.
Li gorî agahiyan, Hevserokê Bajarê Êlihê yê DEM Partiyê Mustafa Mesut Tekîk ev demek e li Stenbolê bû lê doh krîza dil lê da.
Mustafa Mesut Tekîk rakirin Nexweşxaneya Dil û Singê ya Siyamî Ersekê ya Stenbolê lê li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyên bijîşkî jî wefat kir.
Mustafa Tekîk bi salan di nav tevgera siyasî ya Kurdan de wekî fîgûrekî girîng cih girt.
Wefata Tekîk, di serî de di nava partiyê de, li qada siyasî bû sedema xemgîniyeke mezin.
Cenazeyê Tekîk dê îro saet 13:00an bi balafirê were şandin û li bajarê wî Êlihê were veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse