Hewlêr (Rûdaw) - Li Êliha Bakurê Kurdistanê di encama lihevqelibîna barhilgir û otomobîlekê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Barhilgira bi plakaya 34 DHB 774 a ku Fahrettîn Kirkpinar (52) diajot, li têketina bajêr li otomobîla bi plakaya 07 BOR 466 xist ku Emîne Arsoyê (41) diajot.
Ji ber bandora lihevqelibînê, her du wesayît ji kontrolê derketin û wergeriyan şarampolê.
Tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê, polîs û cendirme piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de her du ajokar û Esra A.ya (20) ku di otomobîlê de bû birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Lê Esraya 20 salî nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.
#WÊNE - Li Êlihê qezayeke giran...
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 11, 2026
📌 Li Êliha Bakurê Kurdistanê kamyon û otomobîlekê li hev xist û ketin şarampola li kêleka rê
📌 Di vê qezayê de Esraya 20 salî mir û 2 kes jî birîndar bûn
📸Îbrahîm Toprak - AA pic.twitter.com/MO04LXGNMB
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse