Li Hisîçayê xwenîşandanên ji bo Kurdî didomin

52 xulek berê
Vîviyan Fetah
Xwenîşandana li Hisîçayê / Wêne: Rûdaw
Xwenîşandana li Hisîçayê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hisîça Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê Kurdî
A+ A-

Hisîça (Rûdaw) - Ev 5 roj in li bajarê Hesekê ji ber rakirina tabelya Kurdî xwenîşandan didomin.

Xwenîşander bi Alaya Kurdistanê û bi dehol û zirneyan daketine kolanan.

Ew hawar dikin ku "Ev der Kurdistan e".

Ev yek piştî wê çêbû ku şandeya Wezareta Dadê ya Sûriyeyê tabelya Kurdî ya li Koşka Dadê rakir.

Şandeyê li şûna wê tabelyeyk danî ku tenê bi Erebî li serê hatiye nivîsandin.

"Em ji xeynî zimanê Kurdî tiştekî din qebûl nakin"

Suheyla Xişo yek ji xwenîşanderan e.

Wê ji Rûdawê re qala daxwazên xwe kir û got:

“Armanca me ew e ku em zimanê Kurdî bilind ragirin. Zimanê Kurdî zimanê me ye û em ji xeynî wê tiştekî din qebûl nakin."

Peymana bi hikûmeta Sûriyeyê re

Li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn, dê dezgehên fermî li hikûmetê vegerin.

Her wiha ev dezgeh dê bi hevparî werin birêvebirin.

Lê dema şandeya Wezareta Dadê ya Sûriyeyê çû nava Koşka Dadê, wê tabeleya Kurdî rakir û tabeleyek danî ku tenê Erebî li serê ye.

Vê yekê jî nerazîbûna xelkê li pey xwe anî.

"Divê zimanê Kurdî bibe zimanê duyem"

Îdrîs Mihemed Tahîr Yûnis xwenîşanderekî din e.

Wî di daxuyaniyekê de amaje bi vê yekê kir û got, "Eger tevlîkirin bi rengekî baş bi rê ve biçe em bi wê re ne.

Em dixwazin bi hemû eşîrên herêmê re bi başî bijîn.

Lê wekî ku di peymana Mezlûm Ebdî û hikûmetê de hatiye, divê zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê duyem û niştimanî."

Dosyeya radestkirina dadgehan a li Rojavayê Kurdistanê rastî astengiyan hatiye.

Şandeya hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku li gorî destûrê hîn jî zimanê Erebî yekane zimanê fermî yê vî welatî ye.

Lê Kurd jî li hemberî vê helwestê daxwazên xwe tînin zimên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst