Omer Çelîk: Gava yekem a çekdanînê hat avêtin

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk Pêvajoya Çareseriyê Çekdanîna PKKyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku gava yekem a pêvajoya îmhakirina çekan a PKKyê pêk hatiye.

Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Casineyê çekên xwe danîn.

Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.

Omer Çelîk ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got:

"Bi banga dîrokî ya Birêz Devlet Bahçelî û îradeya dewletê ya ku ji aliyê Birêz Serokkomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) ve hatiye nîşandan, biryardariya vekirina rûpeleke dîrokî ya ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji barê terorê bi hêztir dibe û bi pêş ve diçe.

Pêkanîna armanca 'Tirkiyeya bêteror' dê hem welatê me ji barê terorê rizgar bike û hem jî dê bibe sedem ku herêma me ya nêzîk bigihîje armanca xwe ya 'herêma bêteror'.

"DEM Partiyê keda mezin da"

Trafîka serdanan û pêvajoya dan û standinê ya DEM Partiyê, ji bo ku pêvajo bigihîje armancên xwe, kedeke mezin dide.

Bi ketina dewreyê ya îradeya parlamentoyê ku dê piştgiriyê bide pêvajoyê re, dê keda hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê berbiçav bibe.

Saziyên dewletê, bi telîmatên Serokkomarê me, di serî de dîplomasî, îstixbarat û ewlehî, di hemû qadan de ji bo pêkanîna armanca 'Tirkiyeya bêteror' xebatên xwe yên berfireh didomînin.

Di qonaxa ku em gihiştinê de, ji bo pêkanîna armanca 'Tirkiyeya bêteror' qonaxeke krîtîk hatiye derbaskirin.

Divê ji niha û pê ve pêvajoya fesihkirina PKKyê ya bi hemû şax û pêkhateyên xwe yên neqanûnî û îmhakirina çekan di demeke kurt de were temamkirin.

Li hemberî her cure provokasyonan, rewşa amadebaşiyê ya ji bo pêkanîna armancên vê pêvajoya ku bi îradeya Serokkomarê me wekî projeyeke dewletê tê meşandin berdewam dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst