Kî û kî beşdarî merasîma danîna çekan dibin?

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan Çekdanîna PKKyê Silêmanî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku dê gelek kesayetiyên payebilind ên Kurd û nûnerên hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma çekdanînê ya PKKyê ya li Silêmaniyê bibin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, navên kes û saziyên ku dê beşdarî merasîma li Silêmaniyê bibin ev in:

  • Nûnerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK): Besê Hozat û Mustafa Karasu
  • Nûnerê Serok Mesûd Barzanî: Hêmin Hewramî
  • Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Dilşad Şehab
  • Nûnerê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê
  • Nûnerê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Lîwa Tariq Ehmed
  • Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
  • Hevserok û şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê(DEM Partî)

Tê payîn ku îro, (11ê Tîrmeha 2025an) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di merasîmeke sembolîk de çekên xwe deynin.

Pêvajoya çareseriyê îro dikeve qonaxeke dîrokî. Gava herî girîng a ku rê li ber merasîma îro vekir, 9ê Tîrmeha 2025an hat avêtin. Piştî 26 salan, cara yekem dîmeneke vîdeoyî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat belavkirin.

Ocalan di vîdeoyê de bi awayekî zelal bangên xwe yên ji bo danîna çekan û çareseriyeke demokratîk ducare kirin.

Vê yekê hem gumanên li ser pêvajoyê kêm kirin û hem jî di nava raya giştî û gerîlayan de bawerî xurttir kir.

Gava sembolîk a çekdanînê

Li ser vê bangê, biryar hat dayîn ku wekî gaveke berbiçav û nîşana niyetpakiyê, komeke gerîlayên PKKyê li bajarê Silêmaniyê çekên xwe deynin. Tê payîn ku merasîm bi beşdariyeke payebilind, di nav de hevserokên DEM Partiyê û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Piştî çekdanînê çi tê payîn?

Bi avêtina vê gava sembolîk re, tê payîn ku êdî derî ji bo qonaxên nû yên pêvajoyê vebe.

Di vê çarçoveyê de, çav li rê ye ku mijarên wekî reformên destûrî, nîqaşên li ser mafên Kurdan, îhtimala efûyeke giştî û mekanîzmayên ji bo vegereke birûmet a gerîlayan, bi awayekî berfirehtir bikevin rojeva siyasî ya Tirkiyeyê.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de ew gihiştine qonaxeke krîtîk û da zanîn ku piştî danîna çekan Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dê "axaftineke dîrokî" bike û behsa qonaxên piştî danîna çekan bike. 

Li aliyê din, mixalefeta Tirkiyeyê jî banga şefafiyetê dike û dixwaze ku parlamento li ser hûrgiliyên pêvajoyê were agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst