UNAMI û Heyva Sor beşdarî merasîma çekdanînê nabin

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan UNAMI CPT Hevya Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî beşdarbûna şandeyên cuda yên siyasî, rêxistinî û rojnamegeran, hinek rêxistinên navneteweyî yên wekî Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Îraqê (UNAMI) û Heyva Sor beşdarî merasîma çekdanînê nabin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, rêxistinên wekî UNAMI, Heyva Sor a Navneteweyî û Tîmên Avakerên Aştiyê yên Civakê (CPT) a Amerîkî beşdarî merasîmê nabin.

UNAMI û Heyva Sor bi fermî nehatine vexwendin

Çavkaniyeke agahdar  ji Rûdawê re got, "Her du rêxistinên UNAMI û Heyva Sor bi fermî ji bo merasîma çekdanîna nehatine vexwendin."

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji ber ku rêxistinên cîhanî nehatine vexwendin, Rêxistina CPT ya Amerîkî jî biryar daye ku beşdarî merasîma îro nebe.

Endamê Rêxistina Tîma Çêkirina Aştiya Rêxistina Civakî (CPT) Kameran Osman Rûdawê re got, "Rast e û em beşdarî merasîma îro nabin."

Biryar e îro beriya nîvro komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî "nîşaneya niyetpakiyê" ji bo pêvajoya aştiyê çekên xwe deynin û îmha bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst