Kerkûk (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, Rakan Cuburî ev çaremîn car e ku daxwazê ji hêzên Iraqî dike ku asankariyê ji bo vegera 125 malbatên Erebên hawirde bo gundên kurdnîşîn ên li devera Dûbizê bike.
Li gor nivîseke ku 9ê meha derbasbûyî derçûye,tê plankirin 80 malbatên hawirde li gundê Pelkane û 45 malbatên hawirde jî li gundê Şenaxe bên bicihkirin û xanî û zevî bi wan bên dayîn ku xelkê wan deveran ji ber rewşa emnî ya 16ê Cotmehê gundên xwe bicî hiştine.
Niştecihê gundê Pelkane yê bi navê Sîrwan Mihemed, ji Rûdawê ragihand ku Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, Rakan Cibûrî careke din biryarek derxistiye ku Erebên hawirde li 18 gundên kurdnişîn bên bicihkirin.
Ew welatiyê Kurd dibêje, li gor biryara Cibûrî, Erebên hawirde dê taybet jî li gundên Pelkane, Şenaxe, Gabereke, Xerabet û Serbeşax bên bicihkirin û dibêje ku dê axa bav û kalan dagir bikin bi şêweyekî Beesî.
Heta ku cihek bo wan Erebên hawirde tê dabînkirin, destûr ji ti Kurdekî li wê deverê re nayê dayîn ku cotkariyê bikin û belgeyek bi wan hatiye tijîkirin ku dest ji zeviyên xwe berdin û bi wî awayî dest bi ser erd û zeviyên Kurdan de tê girtin.
Dilêr Ebdullah ê xelkê Pelkanê jî dibêje, ev nêzikî 40 roj e darên xwe av nedane û diyar dike, “Eger av hatiba dayîn metreyekê bilind dibû, lêbelê hêzên Iraqî û yên ser bi wan ve ên li Pelkanê nahêlin av bê dayîn. Her dema ku av bi nihênî bê berdan jî Ereb zanyariyê didin hêzên Iraqî û karên me disekinin û rê nayê dayîn em karên xwe bikin.”
Gundê Şenaxe ku 30 mal tê de ne, ava vexwarinê lê hatiye birîn. Niştecihên wî gundî ev nêzikî sal e, hewl didin rê li ber bigirin ew Erebên hawirde li gundên wan bê bicihkirin. Hêzên Iraqî jî ji xelkê wî gundî re dibêjin eger rê nedin wan Erebên hawirde li gundê wan niştecih bibin, ew dê elektîrîka wan jî bibirin.
Piştî rûdanên 16ê Cotmehê, Erebên hawirde, bi biryara Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, hewl didin vegerin 18 gundên kurdnişîn ên li Dûbiza ser bi Kerkûkê ve.
Di serdema rejîma Bees da, ew malbatên Ereb, ku weke, ‘Erebên hawirde’ tên binavkirin, li gundên Kurdan hatibûn bicihkirin û zeviyên wan gundan bi ser wan de hatibûn dabeşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse