Selvî: Bexda, Hewlêr û Enqereyê li ser Mexmûrê li hev kiriye

11-08-2025
Nîşan Kampa Mexmûrê Abdulkadîr Selvî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Tirk Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Hikûmeta Tirkiye, Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kiriye ku Kampa Mexmûrê were valakirin.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî derbarê pêvajoya çekdanîna PKKyê de nivîsek weşand û îdia kir ku li Îraqê ji bo valakirina Kampa Mexmûrê mekanîzmayeke sêalî hatiye avakirin.

Li gorî gotina Abdulkadîr Selvî mekanîzma di navbera Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hatiye avakirin.

Selvî di nivîsa xwe de amaje bi daxuyaniya Endamê Komîteya Birêvebir a KCKyê Murat Karayilan kir û diyar kir ku Karayilan jî vekişîna ji Kampa Mexmûrê piştrast kiriye.

Nivîskar Selvî her wiha îdia kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî nameyek ji Kampa Mexmûrê re şandiye.

Abdulkadîr Selvî nameya Ocalan wekî gaveke girîng a pêvajoya çekdanîna PKKyê de nirxand û got:

 "Armanca dawî ya pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' ev e ku PKK bi hemû unsûrên xwe çekan deyne.

Valakirina Kampa Mexmûrê yek ji gavên girîng e ku di vî warî de hatiye avêtin."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 8ê Tebaxê ji xelkê Kampa Mexmûrê re nameyek şandibû û bal kişandibû ser pêvajoya aştiyê û vegera penaberên Kampa Mexmûrê.

Ocalan di nameya xwe de got, "Em dê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”

"Divê veger kolektîf be"

Rêberê PKKyê di nameya xwe de bal kişand ser vegera penaberan û eşkere kir ku divê veger takekesî nebe û bi awayekî kolektîf pêk were.

Abdullah Ocalan diyar kir ku rewşa xelkê Mexmûrê yek ji xalên hevdîtinên wan e û da zanîn ku bi pêşketina pêvajoyê re dê veger pêk were.

Ocalan di berdewamiyê jî de got, "Pêwîste were zanîn ku divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş.

Em dê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst