Li Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû hat avakirin

11-09-2021
Berzan Ferman
Li bajarê Qamişlo tevgereke siyasî ya nû bi navê Tevgera Xwebûn hat ragihandin
Li bajarê Qamişlo tevgereke siyasî ya nû bi navê Tevgera Xwebûn hat ragihandin
Nîşan Tevgera Xwebûn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû bi navê “Tevgera Xwebûn” hat damezrandin û serokatiya wê siyasetmedarê Kurd Ebdulbaqî Yûsif dike, ew bi xwe jî kesayetiyeke siyasî ya naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê.

Tevgera Xwebûn li bajarê Qamişlo îro Şemiyê 11ê Îlona 2021ê di konferanseke rojnamevanî de damezrandina xwe ragihand.

Li gorî daxuyaniya serkirdeyên tevgerê, ew ne partiyeke siyasî ne, lê pêwendiyên wan di meydana siyasî de berdewam dibin.

Endamên Tevgera Xwebûn dibêjin di vê rewşa aloz û zehmet de li Rojavayê  Kurdistanê, pêdivî bi lihevkirineke aliyên Kurdî heye

Serokê Tevgera Xwebûn Tevgera Xwebûn ji Rûdawê re got: “Ne li ber çavê me ye bibin partiyeke siyasî. Em dixwazin ev tevger guhertineke siyasî û hizrî ava bike di civaka kurdî de. Di vê dema ku xelk dûrî tevgera xwe ya siyasî ketiye ji encama nakokiyên her du  hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, em kar dikin îradeyeke azad û serbixwe, bibin xwedî biryara xwe, em dixwazin ku pêwendiyên me yên Kurdistanî hebin li ser bingeha rêzgirtina li hev.”

Bi gotina rêvebirên Tevgera Xwebûnê, ew bi mebesta pêşvebirina projeyên siyasî li deverê û serxistina diyalogên heyî di navbera aliyên nakok de dixebite.

Nivîskar diyar dikin ku avakirina çarçoveyên hevawe dinirxînin,di vê  demê de pêdivî ne bi avakirina çarçoveyan heye, lê dirustkirina  diyalogeke siyasî di navbera her du aliyên sereke PYNK û ENKS de heye.

Nivîskar Fehmî Mûrê jî got: “Ev çarçoeveyên ku çêbûne, bandoreke xerab li ser rewşa Kurdî dikin. Di vê rewşê de pêwîst e Kurd bigihêjin hev, yek nerîn û yek dest bin, kengî dema wan nakokiyan hat, karin li wan vegerin û bi hev re çareser bikin.”

Bi mebesta yekrêzkirina aliyên kurdî, çendîn aliyan hewl dan ku destpêşxeriyên navkariyê bi ser bixin, lê di danûstandinên navxweyî ew destpêşxerî bê bandor bûn. Çavdêrên siyasî yên Kurd didin zanîn ku,da ku ew destpêşxerî  herin serî, pêwîstî bi aliyekî garantor heye, herwiha aliyê ku destpêşxeriyê bi hêz be ku bendên rêkeftinê bisepînin li ser her du aliyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê erdhejek çêbû / Wêne: Arşîv

Li Çewlîgê erd hejiya

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû