Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê got, “Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê çavkaniya hêz û îlhamê bû."
Îro 64emîn salvegera Şoreşa Îlonê ye.
Serok Mesûd Brazanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û wiha got:
"Şoreşa Îlonê, rûpeleke zêrîn a tevgera rizgarixwaza Kurdistanê û şoreşa herî mezin a giştî ya siyasî, çekdarî û cemawerî ya Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê teşwiq kir ku bi hêz û bi xwebaweriyê ber bi armancên nû û asoyeke berfireh ve gavan biavêje û di encamê de doza gelê Kurdistanê qonaxên mezin derbas bike.
Ev şoreş bi rêberiya Barzaniyê Nemir, cara yekem di dîrokê de bingeheke zexm ji bo têkoşîn û xebata hevbeş a herêmên cuda yên Kurdistanê û hemû çîn û tebeqeyên civakê û pêkhateyên Kurdistanê danî, ew jî ji bo parastina doza rewa û mafên gelê Kurdistanê bû.
Şoreşa Îlonê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê jî çavkaniya hêz û îlhamê bûye. Ezmûn û destkeftiyên vê şoreşa mezin herdem ronahiyê didin têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê.
Di bîranîna 64 saliya destpêkirina Şoreşa Îlonê de, ez destxweşiyê û rûmetên xwe ji bo wan hemû kadro, Pêşmerge û têkoşeran dikim ku bi israr û wêrekî û xebata xwe dîrok û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirine.
Di vê bîranînê de jî em hezar silavî ji bo şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînin."
Şoreşa Îlonê
Berî 64 salan, 11ê Îlona 1961ê gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.
Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî Şoreşa Îlonê tê naskirin.
Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê li herêma Bazyan, Geliyê Xelkan û Dihokê dest bi êriş û bombebaranan kir.
19ê Îlonê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li hemberî êriş û bombebaranan biryara parastinê da.
Şoreşê meha Îlona 1961ê bi rêbertiyê Mele Mistefa Barzanî li dijî artêşa Îraqê dest pê kir.
Şoreşê heta Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse