Serok Barzanî li bajarê Melayê Cizîrî bû: 'Rojeke dîrokî ye'

29-11-2025
Abdulselam Akinci
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cizîr Melayê Cizîrî Kurd Kurdistan
A+ A-

Cizîr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi şandeyeke qelebalix beşdarî Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê bû.

Welatiyan bi def û zirneyan û dirûşman pêşwaziya Serok Barzanî kir.

Serok Mesûd Barzanî li Cizîra Botan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Beriya serdanê wêneyên Serok Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li cihên cuda yên navçeyê hatin daliqandin û xelkê navçeyê daket ser rêyan.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglu, Parêzgarê Şirnexê, Şaredarê Şirnexê, parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê bi germî pêşwaziya Serok Barzanî û şandeya pê re kir û ew vexwendin eywana sempozyûmê.

Serok Barzanî di sempozyûmê de piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ragihand û got:

“Spas ji bo vê pêşwaziya germ. Ev rojeke gelekî xweş e di jiyana min de ku ez beşdarî Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî bûme.”

“Hatina Serok rojeke dîrokî ye”

Xelkê Cizîrê û mêvanên ku ji derve hatibûn ji bo dîtina Serok Barzanî li qadan bûn û hestên xwe ji Rûdawê re anîn ziman.

Welatî Suheyl Mûcîn diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in û got,

“Ji bo Cizîra Botan hatina Serok rojeke dîrokî ye. Em bi vê yekê gelekî gelekî kêfxweş bûn.”

“Serok Barzanî xemxurê me hemû Kurdan e”

Şaredarê Rûbarokê Hasan Dînç jî destnîşan kir ku Serok Barzanî ji bo wan gelekî ezîz e û got:

“Serok Barzanî xemxurê me hemû Kurdan e. Serok bo me gelekî ezîz e. Em xêrhatineke germ lê dikin.”

Welatiya bi navê Newroz Îsa jî diyar kir ku ew ji Rojavayê Kurdistanê ye û wiha axivî:

“Ez ji Rojavayê Kurdistanê me. Hesreta me bû em Serok bibînin. Em ji bo dîtina wî hatin. Ew bi xêr hatiye.”

“Ji bo hatina wî me cil û bergên Kurdî li xwe kirine”

Welatî Cîhan Pîranoglû jî da zanîn ku wan ji bo vê rojê cilên Kurdî li xwe kirine û got:

“Ji bo hatina wî me cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Gelekî kêfa me jê re tê, em hatin wî bibînin.”

Welatiyekî din bal kişand ser hezkirina Barzanî ya ji bo Kurdistanê û got:

“Birêz Mesûd Barzanî ji hemû Kurd û Kurdistaniyan hez dike. Ji hemû deverên Kurdistanê hez dike.

Lê Cizîr dilê Kurdistanê ye, bingeha çand û hunera Kurdistanê ye, lewma eger hinekî zêdetir ji Cizîrê hez bike jî bila kes dilê xwe neke.”

Welatiyekî din jî got, “Di dîroka min de ez ewqasî kêfxweş nebûme wekî vê rojê. Ji bo me şerefeke mezin e ku em hemû alî pêk ve rûniştine.”

Kesekî ku ji Zaxoyê hatibû jî hestên xwe wiha anîn ziman, “Kêfa me gelekî hat ku em li vê derê amade bûne ji bo Serok Barzanî. Ez û malbata xwe ji Zaxoyê hatine vir.”

“Tu bi xêr hatî bajarê Nûh Pêxember”

Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê Arslan Tatar di axaftina xwe ya li sempozyûmê de şanazî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Cenabê Serok Barzanî tu bi xêr hatî mala Melayê Cizîrî, Serok Mesûd Barzanî tu bi xêr hatî bajarê Nûh Aleyhîselam, tu û heyeta xwe ser serê me hatin.”

Piştî sempozyûmê Serok Barzanî serdana Medreseya Sor a Melayê Cizîrî, Tirbeya Mem û Zînê, Mizgefta Nebî Nûh û gora siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî kir û serdana xwe bi dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst