AMED - Jehrê ji 3 hezar dûpişkan didoşe û difiroşe cîhanê

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Fîdanten Dûpişk Jehr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Fîdantenê ji Amedê jehrê ji 3 hezar dûpişkan didoşe û dê wê jehrê  bifiroşe welatên cîhanê.

Abdullah Fîdantenê 36 salî ku li gundê Ziyaretê yê Licê dijî, ji zarokatiya xwe ve meraqa wî li ser dûpişk û maran heye.

Fîdanten 10 sal berê ji belgefîlmekê hîn dibe ku di serdema antîk de jehra dûpişkan di dermankirina nexweşiyan de tê bikaranîn û li ser vê yekê dest bi lêkolînan dike.

Fîdantenê ku ji bo debara xwe di înşaetan de dixebitî, biryar da ku ji bo lihevzêdekirina dûpişkan tesîsekê ava bike.

Par meha çiriya paşî destûrên pêwîst wergirt û bi 400 dûpişkên reş (androctonus crassicauda) û bi piştgiriya bavê xwe li navçeyê tesîs ava kir.

Fîdanten du birayên xwe jî li cem xwe da xebitandin û di nava salekê de hejmara dûpişkan derxist 3 hezaran.

Ew mehê carekê dûpişkan didoşe û ji bo bidestxistina gramek jehrê, pêwîstî bi 300 dûpişkî heye.

Fîdanten jehrê di pileya 200î ya di bin sifirê de diparêze û amadehiyan dike ku wê jehrê ku di sektorên derman û kozmetîkê de tê bikaranîn, hinarde bike.

“Meraqa min zêdetir bû”

Fîdanten diyar kir ku dema zarok bûye hevalên wî ji heywanên kedî hez kirine lê eşqa wî li ser dûpişk û maran bûye û got:

“Min di belgefîlman de dît ku di tiba kevnare de jehra dûpişkê tê bikaranîn.

Min li ser vê lêkolîn kir û dît ku jehra dûpişkê li Afrîka û Çînê di tiba kevnare de, li Kubayê ji bo nexweşiyên wekî penceşêrê tê bikaranîn. Li ser van agahiyan meraqa min a dûpişkan zêdetir bû.”

Fîdanten anî ziman ku ji gelek welatan daxwaz heye û wiha pê de çû:

"Ji gelek welatên Ewropayê û ji Çîn, Hindistan û Kubayê dixwazin. Em dizanin ku jehra dûpişkan di derman û berhemên kozmetîkê da tên bikaranîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst