LICÊ - Jiyana di nav dûpişkan de: Çîroka serkeftinê ya Abdullah Fîdanten

16-09-2025
Abdulselam Akinci
Abdullah Fîdanten/Wêne: Rûdaw
Abdullah Fîdanten/Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdullah Fîdanten Amed Licê Jehra Dûpişkan
A+ A-

Licê (Rûdaw) - Karkerê avahîsaziyê Abdullah Fîdanten, li gundê xwe Ziyaretê yê navçeya Licê ya Amedê, piştî ku dev ji karê xwe berda, çewligeke dûpişkan ava kir û dest bi hilberîna jehra wan kir.

Fîdantenê ku bi salan di avahîsazaiyê de xebitî, niha bi firotina jehra dûpişkan debara xwe dike ku grama wê li cîhanê bi deh hezaran dolaran e.

Çîroka Abdullah Fîdanten a derbarê destpêkirina vî karî de, bi temaşekirina belgefîlmekê dest pê dike.

Fîdanten dibêje ku ji zarokatiya wî ve eleqeya wî ji bo ajalên bi vî rengî hebûye, lê piştî ku di belgefîlmekê de dibîne jehra dûpişkan wekî derman û şîfayê tê bikaranîn, biryar dide ku li ser vê mijarê lêkolînê bike.

Piştî wergirtina destûrên fermî, ew li gundê xwe çewligeke taybet vedike.

Xwediyê çewliga dûpişkan Abdullah Fîdanten li ser destpêkirina karê xwe wiha got:

“Min lêkolîn kir û min dît ku li welatê me jî li ser vê mijarê xebat hene.

Me projeya xwe amade kir, me serî li wezaretên pêwendîdar da, me destûr girt û pişt re jî me cihekî bi vî rengî vekir.”

Abdullah Fîdanten ku karê wî yê eslî karkeriya avahîsaziyê bû, sala 2020î dev ji karê xwe berdaye û ketiye pey xeyala xwe.

Wî li gundê xwe bi razemeniyeke 9 milyon lîreyê Tirkî kargehek ava kiriye, dûpişkan didoşe û jehra wan kom dike.

"Grama jehrê bi 35 hezar dolarî tê firotin"

Fîdanten diyar dike ku dotina dûpişkan û parastina jehra wan karekî gelekî bi dîqet e û pêvajoyê wiha tîne ziman:

“Em mehê carekê dûpişkên xwe didoşin û jehra wan digrin. Ji dûpişkekî 0,2 mîlîgram jehr derdikeve.

Ji bo ku em gramek jehr bistînin, divê em 300-350 dûpişk bidoşin da ku gramek jehr bi dest bixin.

Parastina jehrê pir girîng e. Em niha di nava nîtrojena azotê de, di tûpan de, di bin 200 pile sermayê de diparêzin.

Îro li cîhanê gramek jehra xam a dûpişkan bi 35 hezar dolarê Amerîkî tê firotin.

Gramek jehra ku destkarî lê hatiye kirin û êdî bûye derman jî bi 90-100 hezar dolarê Amerîkî tê firotin."

Hedef: 50 hezar dûpişk

Abdullah Fîdanten di destpêkê de bi 400 dûpişkan dest bi kar kiriye, lê di nava sal û nîvekê de hejmara dûpişkên wî gihîştiye 3 hezarî.

Niha hedefa wî ew e ku vê hejmarê bigihîne 50 hezarî û hilberîna jehra şîfadar zêdetir bike.

Fîdanten li ser zêdekirina hejmara dûpişkan jî ev agahî dan:

“Li Rihayê çewligeke wekî me hebû, me ji wir 400 dûpişkên cureya ‘Androctonus Crassicauda’ standin.

Niha wekî me got, 3 hezar dûpişkên min hene û em bi rêya zayînê wan zêde dikin. Dûpişkek di salê de carekê 120 têjikan tîne dinyayê.”

Li gorî agahiyên zanistî, jehra dûpişkan di pîşesaziya kozmetîk, dermanan û berevaniyê de li seranserê cîhanê bi awayekî berbelav tê bikaranîn.

Li Tirkiyeyê niha 19 çewligên dûpişkan hene û ev hejmar sal bi sal zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst