Piştî agirbestê aramî vegeriya: Li gundên sînorî dest bi projeyan hat kirin

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amêdî Sîdekan Qendîl Soran Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di ser merasîma şewitandina çekan a komek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve 3 meh derbas bûn.

Berpirsên îdarî yên herêmên sînorî yên eşkere kir ku şer li herêma wan nemaye.

Berpirsekî Soranê jî diyar dike ku ji ber arambûna rewşê, wan dest bi xizmetguzariyê ji bo hinek deverên din kiriye.

Sînorê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê yek ji wan herêman bû ku herî zêde dihat bombebarankirin û piraniya gundên wê ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê hatibûn valakirin.

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman got, "Rewş aram bûye."

Qaymeqamê Amêdiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Ew herêmên ku berê dihatin bombebarankirin û şerê PKK û Tirkiyeyê lê hebû niha aram in."

Beşek ji gundên Amêdiyê ku berê ji ber şer hatibûn valakirin, ji nû ve avêdan bûne û xelk vegeriyane ser rez, mal û baxên xwe.

Warşîn Selman got, "Em ji herêmên sînorî ne haydar in lê ew herêmên ku berê dihatin bombebarankirin, piştî çekdanîna PKKyê nehatine bombebarankirin û rewş aram e."

"Li Raperîn û Soranê bombebaran nemaye"

11yê Tîrmeha îsal, ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.

Berî pêvajoya çareseriyê li Hewlêr û herêmên sînorî yên Soranê bi taybetî navçeya Sîdekanê jî dihat bombebarankirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Rewş aram e û em hêvîdar in aramtir bibe da ku em karibin destê avedaniyê bigihînin hemû gundan."

Parêzgarê Hewlêrê got, "Ji ber şerê çend salên borî, herî zêde welatiyên me zerer dîtin û me nekarî destê avedaniyê bigihînin gundan.

Em ji PKK û hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku pêbendî agirbestê bin da ku êdî xelkê me nebin qurbanî û karibin serdana rez û baxên xwe bikin û navçeyên xwe avedan bikin."

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Soranê Hejar Hekîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Piştî çekdanînê rewşa Sîdekanê û hemû navçeyên me yên din asayî bûye û ti bombebaran nemaye.

Ji ber nemana şer, destê avedaniyê gihiştiye gundan û niha em bi çêkirina rêyeke bi navê 'Rêya Bolê' mijûl in ku stratejîk e û 11 gund li ser in.

 Berî pêvajoya aştiyê, ew rê ji ber bombebaranê herêma qedexekirî ya çûnûhatinê bû."

Yek ji wan navçeyên din ku gelek caran dihat bombebarankirin jî geliyê Qendîlê yê li Raperînê bû.

Çavkaniyekê ji birêvebiriya Raperînê ji Rûdawê re got, "Wekî ku em agahdar in, piştî çekdanîna PKKyê bombebaran nemaye."

KNK: Rewş aram e û êrişên dronan nemane

Di dema şewitandina çekên PKKyê de, yek ji wan aliyên ku amadeyî merasîmê bû û ji pêvajoyê agahdar e, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ye.

Endamê KNKyê Dr. Hekîm Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, "Bi giştî rewş aram e û ti operasyon û êrişa balafirên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê nemaye."

Dr. Hekîm Ebdulkerîm ku yek ji beşdarên merasîma şewitandina çekên PKKyê bû got: "Êrişên dronan jî li Başûrê Kurdistanê nemane."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst