Wezîrê Parastinê yê Îraqê: Balafirgeha Tilaferê dê bibe navendeke stratejîk

11-10-2025
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Parastinnê yê Îraqê Sabit el Ebasî Tilafer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit el Ebasî ragihand ku Balafirgeha Tilaferê dê bibe navendeke stratejîk.

Balafirgeha Leşkerî ya Tilaferê ku piştî şer û pevçûnên bi salan wêran bibû, bi projeyeke jinûveavakirinê ya ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye destpêkirin, ji nû ve vedijî.

 Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit el Ebasî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re tekezî li ser wê yekê kir ku balafirgeh ne tenê weke baregeheke leşkerî, lê di heman demê de ji bo ewlehî, lojîstîk û paşeroja bazirganî ya herêmê jî dê xwedî girîngiyeke stratejîk be.

Merasîma danîna kevirê bingehîn îro bi beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, Wezîrê Berevaniyê el Ebasî û Parêzgarê Mûsilê Ebdulqadir el Dexîl hat lidarxistin.

El-Ebasî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku balafirgeh dê ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî bibe "navendeke taktîkî û stratejîk" û anî ziman ku dê di rewşên awarte de jî roleke girîng bilîze.

Wç bi bîr xist ku kevirê bingehîn ê balafirgehê cara yekem sala 1980yê hatiye danîn û sala 1982an temam bûye lê di şerên sala 2003an û êrişên DAIŞê yên li pey wê de bi temamî hatiye wêrankirin.

El Ebasî got, "DAIŞê her tişt, di nav de avahî, pîst û birc jî, tune kir" û da zanîn ku merasîma îro qonaxa yekem a jinûveavakirinê ye û proje dê ji budceya Wezareta Parastinê were fînansekirin.

Di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke krîtîk

El Ebasî diyar kir ku Balafirgeha Tilaferê di paşerojê de di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke jiyanî lîstiye.

Wî got, "Ev baregeh di dema şer de hem wekî navendeke operasyonel hat bikaranîn, hem jî di tehliyekirina sivîlên bêguneh de erkekî girîng girt ser milê xwe."

Projeyeke ji baregeheke leşkerî wêdetir

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de hat diyarkirin ku armancên projeyê tenê bi qada leşkerî re sînordar namînin.

Hat ragihandin ku balafirgeha ku ji nû ve tê avakirin, ligel zêdekirina şiyanên manevra û lojîstîk ên Hêzên Çekdar, dê beşdarî bipêşxistina binesaziya herêmê û berfirehkirina derfetên veguhastina bazirganî jî bibe.

Tê çaverêkirin ku bi ji nû ve çalakkirina Balafirgeha Tilaferê re, ji bo Mûsil û parêzgehên derdorê serdemeke nû ya pêşketin û ewlehiyê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst