Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah got, “Eger xelk li Kerkûkê venegere dibe ku Kurd kursiyek an du kursiyan ji dest bidin.”
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah piştî dengê xwe da ji rojnamegeran re axivî.
Şaxewan Ebdulah got, “Gelekî girîng e ku Kerkûkî bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ku li Kerkûkê heta asta neteweyî rikberî heye.
Divê Kurd parêzvaniyê li mafên xwe bikin.
Ji ber vê yekê peyama min ji bo Kerkûkiyan ew e ku tevî astengî û dûriya rê, vegerin bajarê xwe da ku parastina dengê Kurd bikin, ji ber ku ji bo me girîng e ku Kurd hevsengiyê li vî bajarî biparêzin.”
“Dengê xelkê bi qasî şerê li dijî DAIŞê bi bandor e”
Şaxewan Ebdulah vegera xelkê wekî nîşana hevsengiya hêzê li Kerkûkê bi nav kir û got, "Girîng e ku hevsengiya hêzê li Kerkûkê bê parastin, dengê xelkê bi qasî şerê li dijî DAIŞê bi bandor e."
"Em êdî bi vê yasayê beşdar nabin"
Şaxewan Ebdulah li ser yasaya hilbijartinan jî got:
“Em bi vê yasaya niha careke din beşdarî hilbijartinan nabin, ji ber ku eger yekbazeneyî be, dê Kurd bibin xwediyê nêzîkî 100 kursiyan li Parlamentoya Îraqê.
Bi salan e em hewl didin ku hilbijartin bibe yekbazeneyî. Gelekî girîng e ku ew yasa bê guhertin, ji ber ku dê qebareya rastîn a Kurdan li Parlamentoya Îraqê derkeve holê."
"Eger xelk venegere dê bandorê li kursiyan bike"
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê behsa bandora venagera xelkê kir û got:
“Tiştê ku Kurdistanîbûna Kerkûkê diparêze, vegera xelkê ye. Eger xelk venegere dê bandorê li ser kursiyek an du kursiyan bike.
Ji ber vê yekê, bila xelk tevî wan astengiyên ku hene û wê zehmetiya ku tê pêşiya wan vegere û beşdarî dengdanê bibe.”
Kerkûk li Parlamentoya Îraqêxwedî 13 kursiyan e.
251 kes li herêma Kerkûkê bûne namzed.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse