Hewlêr (Rûdaw) - Tevegra Gorran dê bi beşdariya pitir ji hezar endamên xwe, konferansa xwe ya niştimanî li bajarê Hewlêrê lidar bixe.
Konferansa Niştimanî ya Goranê ku dê li Hewlêrê birêve biçe, dê bo dema 3 rojan berdewam be û têd Tevgera Goranê dê pêkhateya straktura xwe biguhere.
Bi gotina Endamê Civata Nîştimanî, Hêmin Şêxanî, ji rêkexer heta organên biçûk, dê guhertin çêbibin.
Hêmin Şêxanî ji Rûdawê re got: “Çend sedem hene ku bûne sedem em vê konferansê saz bikin, a yekem ev e ku konferans ji dema xwe ya asayî derbas bûye û di dema xwe de nehatiye sazkirin, a duyem jî jibo encadana hin guhertinan di straktura Tevgera Goranê de, her ji jêr heta jor e, paşê jî jibo pêdeçûna li ser armancên me yên stratejîk ku bûguman xwe di xizmeta xelkê de dibîne.”
Li gorî gotina çavkaniyekê ji bo Rûdawê, rêziknameya navxwe ya Goranê jî dê were sererastkirin, rê nayê dayîn beşeke Endamên Civatl û organên din carek din xwe berbijêr bikin, bi taybetî yên ku 2 xûlan di serkirdatiya wê tevgerê de bûne.
Piştî mehekê ji sazkirina vê konferansa niştimanî, Goran hilbijartinên navxweyî bo stafên bazneyan, sazî, meko, civata giştî û civata niştimanî û herwiha desteya cîbicîkar û rêkxerê giştî yan serokê giştî pêk tîne.
Şêwirmendê Yasayî yê Tevgera Goranê, Çîner Omer ji Rûdawê re diyar kir:
“Di nava Destûra Goranê (rêziknameya navxweyî) de, erkên konferansê hatine diyarkirin, ku gelek giring in, ji wan jî sererastkirina bernameya Goranê, paşê nirxandina karê endamên civatê ku serpireştên saziyên siyasî, medyayî, kargêrî û aborî yên Goranê ne, lewma her gazindeyek hebû, li vê derê tê nirxandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse