Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Baxluminareyê ya Hewlêrê di dema karkirina di projeyeke xizmetguzariyê de goreke bikom û şûnwarekî dîrokî hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, di wê gora bikom de 103 qoqên mirovan û gelek parçe û berhemên dîrokî hene.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro ji Rûdawê re ragihand, "Dema karkeran li Taxa Baxluminareyê kar dikir rastî hestiyên mirovan hatin.
Me yekser tîmên şûnwaran agahdar kirin û piştî kolan û lêgerînê derket holê ku şûnwarekî girîng e."
Şûnwar 7ê Sibatê hatiye dîtin lê ji ber rewşa hewayê xebatan dereng dest pê kiriye.
"103 qoqên seriyan hatin dîtin"
Birêvebirê Karûbarên Şûnwar û Keleporê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Leşkrî ji Rûdawê re got:
"Ji ber baranê me nekarî yekser dest bi kar bikin lê ji 13ê Sibatê ve em li wê derê dixebitin.
Heta niha xebat didomin û 103 qoqên seriyan hatine dîtin. 4 qoq di dema xebatê de ketin ber kepçeyê."
Dîroka wê vedigere kîjan serdemê?
Mihemed Leşkrî diyar kir ku ew herêm wekî Şanşîna Adiabeneyê tê naskirin û got:
"Di pirtûka Kronolojiya Hewlêrê de behsa vê şanşînê tê kirin û dîroka wê vedigere sedsala 4 û 5an a Zayînî.
Qeşeyekî behsa jiyana qeşeyên beriya xwe kiriye û hatiye gotin ku bi hatina dînê Cihûtiyê re dibe ku ew hatibin komkujkirin."
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî li ser temenê wê gorê got, "Li gorî texmînên destpêkê dîroka wê gora bikom û parçeyên şûnwarî vedigere zêdetirî 1400 sal beriya niha."

Jehrîkirin an şer?
Mihemed Leşkrî amaje bi egerên din jî kir û got:
"Dibe ku di dema Sasaniyan de be ku dînê wan Zerdeştî bû. Yan jî em wisa difikirin ku ew artêşa hatiye û Şanşîna Adiabeneyê rûxandiye, ev xelk jî komkuj kiribin.
Her wiha dibe ku ew xelk bi nexweşiyekê ketibin û miribin."
Li gorî gotina Leşkrî, li ser qoqên seriyan şopên lêdan û tundiyê nînin lê du cêr li cem wan hatine dîtin û "Dibe ku hatibin jehrîkirin."
Tiştên ku hatine dîtin
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir ku li gel terman pereyên kevn, du xirxalên bronz, du moriyên gerdaneyan, bazinekî hesin û çar parçeyên cêran hatine dîtin.
Omêd Xoşnaw da zanîn ku wan ji bo pişkinîna DNAyê nimûne şandine Wezareta Karên Navxwe da ku temen û sala mirina wan were diyarkirin.
Birêvebirê Karûbarên Şûnwar û Keleporê yê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wî cihî bike abîdeyek û bibe sembola şûnwar û kelepora Hewlêrê.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse