Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê kevneşopiya kişîkê (setrançê) bi sedan salî ye berdewam e, xort û kal her kes kişikê dilîze. Li Miksê Alî Yaba yê 69 salî 50 sal e ji dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike.
Miksê Alî Yaba li gundê Cewizbelenê ku 25 kîlometre dûrî navendê Miksê ye ji bo gelê herêmê yê kişikê dilîze kevirên wê leyîstokê amade dike.
Yaba ji şitlên dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike û ligel emrê xwe yê mezin pîşeya xwe didomîne. Yaba bi kêrê û amûrekê xwe ya taybet taximeke kişikê di heyama 10 rojan de amade dike û pê ebara malbata xwe dike.

Hostayê çêkirina kevirên kişikê Alî Yaba diyar kir ku bi saya pîşeya xwe li ser xwe ye û wiha pê de çû: "Li gundê me ji xeynî du malan li hemû malan ji vî destgehê hebû. Wê çaxê her kesî kevirên kişikê çêdikir û pê pereyekî baş qezenc dikir. Niha ti kes çênake, pîşe tê jibîrkirin. Lêbelê min hetanî niha dev jê berneda."
Yaba got ji ber ku pîşeya kal û bavan tê jibîrkirin gelekî li ber xwe dikeve û got: “Niha kes vî karî nake. Xort jî ji bo bixebitin diçin bajarên rojavayê Tirkiyê û vî karî nakin. Ez li gund mam û min karê xwe berdewam kir. Salên berê min heta taximeke kevirên kişikê çêdikir 10 kesên din daxwaza taximeke din dikir. Kevirên ji dara şimşîrê tên çêkirin hem saxlem in hem jî giran in. Berê dor nedihat milet ku bikirin. Min taximek dida kesekî, li pey wî 2-3 kes din dihatin. Ez dê destgehê xwe qet terk nekim. Heta mirinê karê xwe bidomînim."

Hostayê çêkirina kevirên kişikê herwiha got ku eger piştgiriyê bidin wî dixwaze vî karî hînî ciwanan bike û wiha domand: "Eger wiha dewam bike pîşe dê were jibîrkirin. Xwezî neyê jibîrkirin. Eger piştgirî were dayîn ez dê perwerdeyê bidim ciwanan û gelekî kêfxweş bibim. Ez naxwazim ev pîşe were jibîrkirin." (Çavkanî: AA)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse