Hewlêr (Rûdaw) - Xwenîşandanên ku li Îranê ji ber krîza aborî dest pê kirin û veguherîn çalakiyên li dijî rejîmê ketin roja 16an û alozî gihişt xeta Washington û Tehranê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "vebijêrkên bihêz" li ser maseyê ne û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî peyama "Em ji şer re amade ne" da.
Pêla nerazîbûnên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îranê dest pê kiribû li 28 parêzgehan belav bûye.
Li welatê ku înternet bi temamî hatiye qutkirin û çalakî li 185 bajaran bandorê dikin, tansiyona siyasî derbasî qada navneteweyî bûye.
Koşka Spî îro derbarê bûyeran de daxuyaniyên tund dan.
Gefa Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew bûyerên li Îranê kêlî bi kêlî dişopînin û gef xwar.
Trump got, "Me çend vebijêrkên gelekî bihêz danîne ser maseyê, em mijûlî nirxandina wan in û em dê di demeke nêzîk de biryarekê bidin."
Trump eşkere kir ku rayedarên Îranî bi wan re têkilî danîne û daxwaza dan û standinan kirine.
Trump îşaret bi wê yekê kir ku rewşa li qadê dikare rojimêra dîplomatîk biguherîne.
Tahran: Ev DAIŞ e, em amade ne
Bersiva Tehranê ya li hemberî daxuyaniyên Amerîkayê dereng nema.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna bi balyozên li Tehranê re axivî û xwenîşanderên li kolanan wekî "terorîst" û hêmanên "DAIŞ"ê bi nav kirin.
Eraqçî got, "Tiştên ku niha diqewimin ne protesto ne, şerekî terorîstî ye."
Eraqçî destnîşan kir ku ew şer naxwazin û peyameke wiha şand Amerîkayê:
"Lê belê amadehiya me ya tam heye û em dikarin xwe biparêzin."
Eraqçî her wiha ji bo destpêkirina dan û standinên bi Washingtonê re şertê "dadmendiyê" danî.
Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kir ku kanala pêwendiyê ya di navbera Wezîr Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff de "vekirî" ye.
Îdia: Îsraîl şerê navxweyî derdixe
Rayedarên Îranî îdia dikin ku hêzên derve li pişt xwenîşandanan hene.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Hemîd Riza Hacî Babayî qebûl kir ku gel ji ber bihabûna jiyanê bi hêrs e lê Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kir ku senaryoya "şerê navxweyî" xistiye meriyetê.
Serokê Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê Mihemed Reîsîzade jî îdia kir ku piraniya qurbaniyan ji nêzîk ve hatine kuştin û got:
"Ev nîşan dide ku gule ne ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ji aliyê kesên perwerdekirî ve hatine berdan ku ketine nav girseyê."
Serokê Dezgeha Dadweriyê Xulamhuseyn Muhsînî Eceyî jî diyar kir ku dê "cezayên herî giran" bidin kesên girtî û got, "Ji bo terorîstan efû tune."
Bîlanço giran dibe
Di navbera daneyên çavkaniyên serbixwe û rayedarên fermî de cudahiyeke mezin heye.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku heta niha zêdetirî 500 kesî canê xwe ji dest daye.
Hikûmeta Îranê li ser windahiyên sivîl hejmareke zelal neda lê piştrast kir ku 111 hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Zererên madî jî zêde dibin. Hat ragihandin ku tenê li bajarê Meşhedê 16 otobus hatine şewitandin.
Bertekên cîhanî
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz Tehran rexne kir û got, "Tundî ne nîşaneya hêzê ye, nîşaneya lawaziyê ye."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî diyar kir ku ew li hemberî raporên ji qadê "şok bûye."
Li aliyê din, Kanada û Swîsreyê jî banga bidawîanîna tundiyê kir.
Birêvebiriya Pekînê jî destnîşan kir ku ew li dijî her cûre destwerdana derve ne û tekezî li ser serweriya Îranê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse