Mesrûr Barzanî heyeta Amedsporê pêşwazî kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Amedspor Nahît Eren
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandeya Komîteya Birêvebir a Amedsporê ya bi serokatiya Serokê Amedsporê Nahît Eren pêşwazî kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeya mêvan bi kurtasî behsa Amedsporê û kar û çalakiyên xwe kiriye û ragihandiye ku ew yek ji tîmên werzişê yên pêşeng ên Tirkiyeyê ne.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî behsa giringiya rola werziş û werzişvanan a ji bo gihandina peyama aştî û aramiyê ya di navbera gelan de kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya şandeya Amedsporê kir, hêviya serkeftinê ji wan re xwest û piştgiriya xwe ya ji bo xebatên werzişî û werzişvanan nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst