TAYBET - Êdî otobuseke taybet a Amedsporê heye

22 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Otobusa Amedsporê / Wêne: AA
Otobusa Amedsporê / Wêne: AA
Nîşan Amedspor Otobus DTSO Nahît Eren
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) otobuseke nû diyarî Amedsporê kir.

Otobusa ku bihayê wê 22 milyon lîre ye (517 hezar dolar), bi taybetî ji bo rihetiya futbolîstan hatiye dîzaynkirin.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo ku futbolîstên Amedsporê bi hêsanî seferan bikin otobusek kirî.

Otobusa ku nava wê li gorî pêdiviyên futbolîstan hatiye amadekirin bi merasîmekê radestî Amedsporê hat kirin.

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya û endamên birêvebiriya jûrê jî beşdarî merasîmê bûn.

"Bi 22 milyon lîreyan hatiye kirîn"

Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser taybetiyên otobusê got:

"Kursiyên otobusê li gorî yên berê zêdetir dirêj dibin. Rabûn û rûniştina li ser wan hêsan e. Bi kalîteya herî bilind hatiye çêkirin.

Di otobusê de sarinc, televizyon û jûreke civînê jî heye. Odeya Bazirganiyê ev otobus bi 22 milyon lîreyên Tirkî kiriye."

Endamê Birêvebiriya Odeya Bazirganiyê ya Amedê Faruk Korkmaz jî da zanîn ku futbolîstên Amedsporê êdî di çûn û hatina rahênan, stadyum û pêşbirkên bajarên din de dê vê otobusê bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst