Şingal di şînê de ye: Zanayê navdar Feqîr Xidir Berekat wefat kir

3 demjimêr berê
Ezîz Şerkanî
Nîşan Feqîr Xidir Berekat Kurdên Êzidî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanayê navdar ê ola Kurdên Êzidî û Rêberê Bilind yê olî yê Şingalê Feqîr Xidir Berekat, di 96 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Dihokê koça dawî kir.

Birêvebirê Giştî yê Karû Barên Êzidiyan ê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto, nûçeya koça dawî ya Feqîr Xidir Berekat ji bo Rûdawê piştrast kir.

Siûd Misto got, "Feqîr Xidir Berekat sala 1931an li Çiyayê Şingalê ji dayîk bûye. Ew yek ji stûnên ola Êzidiyatiyê bû ku zêdetirî 100 tekstên olî (qewl û sebqe) ezber kiribûn."

Feqîr Xidir bi şarezayî û pisporiya xwe ya di şirovekirina çîrok û rastiyên olî de naskirî bû.

Sala 2000î li gel Feqîr Hecî û Şêx Husên Birîmo beşdarî Yekemîn Kongreya Cîhanî ya Êzidiyan a li bajarê Hannoverê yê Almanyayê bûbû.

Feqîr Xidir her wiha piştî salên dirêj ên parastina zanista olî ya bi awayekî devkî, di dema serdana xwe ya Almanyayê de rê da nivîskar û lêkolîneran ku zanyariyên wî yên olî wekî belge binivîsin û tomar bikin da ku vê mîrasê dewlemend ji windabûn û jibîrkirinê were parastin.

Tê payîn ku cenazeyê Feqîr Xidir Berekat li mezargeha "Şêbil Qasim" a li qezaya Şingalê bi axê were sipartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst