Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya Konferansa Munîhê gihîşt Almanyayê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Almanya Munîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Almanyayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îşev Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) de gihîşt Almanyayê.

Li gorî daxuyaniyê, di konferansê de Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi serok û berpirsên payebilind ên welatan û beşdarbûyan re hevdîtinan pêk bîne.

Di civînan de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq, Herêma Kurdistanê û bipêşketinên li herêmê bi giştî dê bên nirxandin.

Giringiya Konferansa Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê her sal bi beşdariya hejmareke zêde ya serok û berpirsên payebilind ên welatan bi rê ve diçe.

Ev konferans derfetek e ji bo guhertina bîr û rayan li ser mijarên parastin, asayîş, seqamgirî û pirsgirêkên cîhanê.

Her wiha di konferansê de ji bo çareserkirina alozî û pirsgirêkan rêkarên guncav tên gotûbêjkirin.

Konferansa Munîhê li cîhanê wekî yek ji giringtirîn konferansên ewlehiyê tê naskirin.

Beşdar li ser mijarên hestiyar ên parastina cîhanê dan û standinan dikin. Îsal konferans dê di navbera 13-15ê Sibatê de bê lidarxistin.

Hinek ji serok û serkirdeyên cîhanê yên ku îsal beşdarî konferansê dibin ev in:

Nêçîrvan Barzanî - Serokê Herêma Kurdistanê

Keir Starmer - Serokwezîrê Brîtanyayê

Emmanuel Macron - Serokkomarê Fransayê

Marco Rubio - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê

Friedrich Merz - Şêwirmendê Almanyayê

Mark Carney - Serokwezîrê Kanadayê

Mark Rutte - Sekreterê Giştî yê NATOyê

Ursula von der Leyen - Seroka Komîsyona Ewropayê

Gustavo Francisco - Serokê Kolombiyayê

Volodymyr Zelenskyy - Serokê Ukraynayê

Christine Lagarde - Seroka Banka Navendî ya Ewropayê

Donald Tusk - Serokwezîrê Polonyayê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst