Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mucteba Xamineyî Îran Îraq Hizbula Libnanê
A+ A-

Mucteba Xamineyî ji ber ketina nav şer spasiya Hizbulaha Libnanê û grûpên çekdar ên Îraqê kir
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî diyar kir ku, mîna welatiyên din ên welatê xwe, wî ji televîzyonê zanî ku ew wekî Rêberê nû hatiye hilbijartin; ew her wiha amaje bi wê yekê dike ku artêşa welatê wî dê şerê xwe yê li dijî Amerîka û Îsraîlê ku ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye bidomîne.

Di yekem peyama xwe ya piştî hilbijartina wî wekî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê de, Mucteba Xamineyî behsa wê yekê kir ku gelê wî di van çend rojên borî yên şer de peyameke gelekî mezin şandiye, ew jî ew bû ku "dijmin" bi helwestên xwe tûşî matmayînê kiriye.

Mucteba Xamineyî her wiha daxwaza pêkvejiyana pêkhateyên Îranê kir û got, nabe rê bê dayîn ew pêkvejiyan "derizî bibe.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê derbarê şer de jî axivî û got, artêşa welatê wî "bi derbeya xwe ya bibandor pêşî li dijmin girtiye û bi vî awayî ew ji wehma ku bikarin dest bi ser niştiman de bigirin yan jî welêt parçe bikin, derxistiye.”

Piştre Mucteba Xamineyî behsa beşdariya hêzên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ya li herêmê di şer de kir, ji wan grûpên çekdar ên Îraqê yên nêzîkî Îranê ku "bi wêrekî" ew "rêya li ber xwe" girtine, her wiha ya Hizbulahê jî.

Hilbijartina wekî Rêberê Bilind

Mucteba Xamineyî di destpêka peyama xwe de sersaxî ji gelê Îranê û "hemû Misilmanên cîhanê" re xwest, ji ber kuştina Elî Xamineyî Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê di êrişeke asmanî ya di 28ê meha borî de.

Piştre Mucteba Xamineyî li ser hilbijartina xwe wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê axivî û got, mîna her kesekî din wî jî bi rêya televîzyona fermî ya welatê xwe zanî ku endamên Encumena Pisporan ew wekî cihgirê bavê wî hilbijartiye.

Mucteba Xamineyî ev erk bi "giran" bi nav kir, ew jî ji ber ku berê ji aliyê du kesên bibandor ve dihat birêvebirin ku ew jî Ayetulah Xumeynî û Ayetulah Xamineyî bûn.

Rêberê nû yê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku pêdiviya wî bi piştgiriya gelê Îranê heye ji bo ku di karê xwe de serkeftinê bi dest bixe.

Helwesta gel di rojên şer de

Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi rojên bêrêber û rojên şer li welatê xwe kir û got, ya gel di van çend rojên borî de kiriye dost neçarî destxweşiyê kirin û dijmin jî tûşî matmayînê kir.

Ev hûn gel bûn ku we welat bi rê ve bir.

Pişt re Mucteba Xamineyî amaje bi rola bibandortir a gelê welatê xwe kir û got:

"Eger hêza we li qadê dernekeve, ne Rêber û ne jî ti yek ji wan dezgehên cuda ku erkê wan ê rasteqîn xizmetkirina gel e, nabin xwedî bandora pêwîst.”

 Her ji ber vê yekê her "cure serkeftinek bi ser dijmin de" pêdivî bi hevkarî û piştgiriya gel heye lê piştî piştgirî û hevkariya Xwedayê mezin.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê behsa pêwîstiya pêkvejiyana pêkhateyên welatê xwe dike û got:

"Divê yekrêziya navbera pêkhate û çînên gel ku bi asayî di dema tengasiyan de derdikeve, nederize, ev jî bi çavpoşîkirina li xalên cuda bi dest dikeve.”

Mucteba Xamineyî daxwaz ji gelê welatê xwe dike ku dest ji kolan û pêkvejiyana xwe ya li "qadan" bernedin û bi pêwîst dizane di vê çarçoveyê de roja Qudsê ku roja înê ya dawî ya meha Remezanê ye, beşdariyeke mezin bikin.

Destxweşîlêkirina artêş û hêzên din ên emnî yên welatê xwe

Beşeke din a peyama Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê wî şerî de bû ku di navbera Îsraîl û Amerîkayê de bi welatê wî re derketiye.

Mucteba Xamineyî got, welatê wî rûbirûyî êrişeke mezin bûye lê artêş û hêzên emnî "bi lêdana xwe ya bibandor rê li ber dijmin girtine û bi vî awayî ew ji wehma ku bikarin dest bi ser niştiman de bigirin yan jî welêt parçe bikin, derxistin.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji artêş û hêzên din ên emnî yên welatê xwe dike ku şer bidomînin û "her wiha bêguman divê amûra girtina Tengava Hurmizê bê bikaranîn.

Derbarê vekirina bereyên din de ku dijmin ezmûneke wî ya kêm tê de heye û pir lawaz e, lêkolîn hatiye kirin û di egera berdewamiya rewşa şer de û li ser bingeha berjewendiyan, dê bên aktîvkirin.”

Mucteba Xamineyî spasiya wan grûpên çekdar ên herêmê dike ku xwe di çarçoveya (Bereya Berxwedanê) de didin nasîn û got: "Em welatên bereya berxwedanê wekî dostên xwe yên herî baş dibînin û pirsa berxwedanê û bereya berxwedanê, beşeke venedabir a nirxên şoreşa Îslamî ne.

Bêguman hevkariya pêkhateyên vê bereyê bi hevdû re, rêya rizgariya ji fîtneya Siyonîst kurtir dike, wek çawa ku me dît Yemena wêrek û bawermendar dest ji parastina gelê zulmlêkirî yê Xezeyê berneda û Hizbulaha fedakar jî tevî hemû astengiyan bi hawara Komara Îslamî ve hat û berxwedana Îraqê jî bi wêrekî heman rê girtiye ber xwe.”

Peyam ji bo wan kesên ku ziyan dîtine

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê di beşeke din a peyama xwe behs wan kesên ku di van rojên şer de ziyan ditîne kir.
Mucteba Xamineyî "hevxemiya xwe ya kûr" ji bo malbatên kuştiyan anî ziman û bîr xist bîra xelkê ku bavê wî, xwişka wî, hevjînê xwişka wî û hevjîna wî bi xwe û xwarziyeke wî di nav kuştiyan de ne û ji ber vê yekê "divê em aram bigirin.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê got, "Ez piştrastiyê didim her kesî ku em ji tola xwîna şehîdên we xweş nabin.

Ew tola ku li ber çavê me ye tenê bi şehîdbûna Rêberê mezin ê şoreşê ve girêdayî nîne, belkî her takekî gel ku ji aliyê dijmin ve bê şehîdkirin, ji bo xwe mijareke serbixwe ye di dosyeya tolstendinê de.”

Mucteba Xamineyî got di berdewamiyê jî de got, "Bêguman beşeke kêm a vê tolê heta niha pêk hatiye, lê heta bi temamî pêk neyê, ev dosye dê li ser hemû dosyeyên din bimîne û bi taybetî li hemberî xwîna zarokên me em dê hesastyartir bin.”
Ewa ku pêwendiya wê bi birîndaran ve heye, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê got:

 "Divê xizmetguzariya tenduristiyê ya guncaw bi awayekî bêpere werbigirin û ji hinek îmtiyazên din sûdmend bin.”

Derbarê qerebûkirina wan kesên ku di encama vî şerî de ziyanên madî gihîştine wan, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê got:

"Heta cihê ku rewşa niha rê bide, divê ji bo qerebûkirina ziyanên darayî yên ku gihiştine cih û serweta kesî, gavên pêwîst bên avêtin û bên cîbicîkirin.”

Peyam ji bo welatên herêmê

Beşeke din a peyama Mucteba Xamineyî ji bo welatên navçeyê bû û wî got:

"Em li gel 15 welatan xwedî sînorê bejahî yan avî ne û em herdem daxwazkarê pêwendiyeke bihêz û avaker bûn li gel hemûyan.

Dijmin di salên borî de hêdî hêdî baregehên leşkerî û darayî li hinek ji wan welatan çêkirine da ku serdestiya xwe bi ser herêmê de misoger bike.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê eşkere kir ku di vî şerî de hinek ji wan baregehên leşkerî hatine bikaranîn û Supaya Pasdaran jî ew baregeh kirine armanc û ev yek jî berê ji berpirsên welatên herêmê re ragihandibûn.

Mucteba Xamineyî di berdewamiyê jî de got:

"Ji vir û pê ve jî em neçar in vî karî bikin (êrişkirina ser baregehên Amerîkayê li herêmê), her çend em hîn jî baweriyê bi pêwîstiya dostayetiya li gel cîranên xwe tînin.

Ev welat divê helwesta xwe li hemberî destdirêjîkarên ser niştimanê me û kujerên gelê me zelal bikin.

Ez pêşniyar dikim herî zû wan baregehan bigirin, çimkî heta niha we fêm kiriye ku banga dabînkirina ewlehî û aştiyê ji aliyê Amerîkayê ve tenê derewek e.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê da zanîn ku girtina baregehên Amerîkayê li herêmê wisa dike ku hikûmetên wan welatan jî pêwendiyeke bihêz li gel xelkê xwe durist bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst