Li Mexmûrê bi dronê êrişî artêşa Îraqê hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mexmûr Êriş Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Seîd Meen ragihand ku bi dronê êrişî baregeheke Fîrqeya 14an a artêşa Îraqê ya li navçeya Mexmûrê hatiye kirin.

Seîd Meen her wiha got, "Di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne."

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Seîd Meen ji Rûdawê re da zanîn ku li navçeya Mexmûrê êrişî baregeheke leşkerî ya artêşa Îraqê hatiye kirin.

Seîd Meen diyar kir, "Êriş bi rêya dronê hatiye kirin û bi taybetî jî yekîneya endazyariyê ya Fîrqeya 14an a artêşê ve hatiye armanckirin."

Derbarê zererên êrişê de Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê destnîşan kir ku di bûyerê de tenê zererên madî çêbûne û anî zimên, "Di êrişê de ti xisarên canî nehatine tomarkirin."

Seîd Meen daxuyand ku yekser piştî êrişê, hêzên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst