Hewlêr (Rûdaw) - Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê careke din bi dronan hat armanckirin, lê hemû dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin têkbirin.
Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet ragihand ku derdora saet 18:00ê îro êvarê, bi çend dronan êrişî Hewlêrê hat kirin.
Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku dronan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku baregeha hêzên Koalîsyonê lê ye, kiriye armanc, lê hemû ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin têkbirin.
#VÎDEO – Li asmanê Hewlêrê dronek wisa tê têkbirin pic.twitter.com/QhRM7TaBaa
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 12, 2026
268 êriş di 12 rojên dawî de
Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, di 12 rojên dawî de 268 mûşek û dron avêtine Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di 24 saetên dawî de tenê 40 dron û mûşek hatine bikaranîn.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê êrişên ku li Herêma Kurdistanê hatine kirin wiha ne:
- Li parêzgeha Hewlêrê 223 êriş bi dron û mûşekan hatine kirin.
- Li parêzgeha Silêmaniyê 39 êriş hatine kirin.
- Li parêzgeha Dihokê 3 êriş bi 4 dronan hatine kirin.
- Herî kêm li parêzgeha Helebceyê êriş hatine kirin; tenê di 7ê Adarê de bi 2 dronan êrişî Çiyayê Şinrwê yê li ser wê parêzgehê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse