Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan

3 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Sine Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên piştrastkirî, doh (11ê Adara 2026an) li parêzgehên Sine û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 17 baregeh û saziyên leşkerî yên hêzên Îranê hatin bombebarankirin.

Êriş herî zêde li ser parêzgeha Sineyê bûn.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hêzên Supaya Pasdaran hinek baregehên sînorî yên li parêzgehên Kirmaşan û Sineyê vala kirine.

Li Sineyê êrişên dijwar

Doh li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Merîwan, Dîwandere û Qurweyê, baregeh û saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bûn armanca êrişên asmanî.

Li bajarê Sineyê, leşkergeha Îmam Elî ya Supaya Pasdaran a li herêma Doşanê hat armanckirin.

Ev leşkergeh ji destpêka şer ve çend carên din jî hatibû bombebarankirin.

Her wiha êrişî navenda polîsan a “hejmar 12” a li nav bajarê Seqizê û baregehên Supayê yên li bajarok û gundên Sunete, Hesen Selaran, Sahêw û Kesnezanê hat kirin.

Li bajarê Merîwanê jî Fermandariya Parêzvanên Sînor a li nêzîkî Qada Newrozê, baregeheke Supa û Besîcan a li gundê Bîkereyê û baregeha li Kanî Dînarê hatin bombebarankirin.

Li Baneyê baregehên sereke yên Supaya Pasdaran, Artêş û Pasewanên Sînor û baregeha polîsan a li gundê Reşeqelayê bûn hedef.

Bajarê Dîwandere û Qurweyê

Li bajarê Dîwandereyê, navenda sereke ya Supaya Pasdaran û baregeheke Besîcan hatin bombebarankirin.

 Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, navenda Supayê bi temamî hatiye rûxandin.

Her wiha li nav bajarê Qurweyê navenda fermandariya Supaya Pasdaran hat hedefgirtin.

Qaymeqamê Qurweyê Murteza Cewanmerdî ragihand ku di encama êrişê de 6 kes bi sivikî birîndar bûne.

Qaymeqamê Sineyê Xerîb Secadî jî diyar kir ku heta niha li nav bajarê Sineyê 17 cih hatine bombebarankirin.

Li gorî gotina Qaymeqêm, ji bilî saziyên leşkerî, 2 hezar avahiyên niştecihbûnê jî zerer dîtiye.

Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Mîratên Çandî yê Parêzgeha Sineyê Pûya Talebniya anî zimên ku di encama êrişan de zerer gihiştiye hinek avahiyên dîrokî ku di nav wan de avahiyên Asif û Xesrewavayê jî hene.

Rewşa Îlamê

Nîvroya çarşemê li bilindahiyên derdora bajarên Îlam û Awdananê, du baregehên pergala parastina asmanî ya Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.

Ji ber berdewamiya êrişan û bicihbûna hêzên Îranê li cihên neleşkerî yên li nav bajarê Îlamê, beşek ji niştecihên bajêr malên xwe vala kirine û çûne gundan yan jî bajarên din.

Lê belê Parêzgarê Îlamê Ehmed Keremî red kir ku bajar bi temamî hatibe valakirin.

Zêdekirina xalên kontrolê û valakirina baregehan

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Supaya Pasdaran û polîs hejmara xalên kontrolê zêde kirine.

Bi taybetî li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê xalên kontrolê yên gerok hatine danîn.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hêzên Supayê li Kamyaran, Rawanser, Sewlava, Kirmaşan û Sineyê gelek xalên nû yên kontrolê danîne.

Heman rêxistinê eşkere kir ku Supaya Pasdaran bi taybetî li Çiyayê Şahoyê hinek baregehên xwe vala kirine û hêzên xwe birine nav mizgeftên gundên li qulpa çiyayê Şahoyê.

Amarên êrişên li Loristanê

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Loristanê de, heta niha bi dehan cih li bajarên Xuremava, Burûcerd, Kûhdeşt, Dûrûd, Poldûxter, Elîgûderz, Ezna, Nûrabad, Eleşter û Çêgeniyê hatine bombebarankirin.

Parêzgarê Loristanê Seîd Şahruxî ragihand ku heta niha Amerîka û Îsraîlê 71 caran êrişî Loristanê kiriye û 112 cih hatine bombebarankirin.

Li gorî gotina Şahruxî, di encama êrişan de 2 hezar û 500 avahî, xanî û dikanên bazirganiyê hatine rûxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst