Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Di nêzîkî 24 demjimêrên dawî de 39 dron û mûşek arasteyî parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin kirin.
Êrişa herî nû îro berê sibehê li Silêmaniyê bû ku ji ber wê zarokek birîndar bû lê Asayîşa Silêmaniyê jî red dike ku ti kes birîndar bûbe.
Êrişên 24 demjimêrên dawî
Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 39 êrişên ku ji doh ve li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin, 22 êriş ji berê sibeha îro pêncşemê ve ne.
17 ji wan li Hewlêrê û 5 jî li Silêmaniyê bûn.
Rewşa Hewlêrê û mûşekên ku hatine xistin
Li gorî komên çekdar ên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, armanca 17 dronên li sînorê Hewlêrê Konsulxaneya Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn.
Hemû dron ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.
Perçeyên dronan li Hola Seed Ebdulah, derdora balafirgehê, Kanî Qirjale, Behirkê û Gundê Korî ketin xwarê.
Silêmanî û birîndarbûna zarokekî
Di heman demê de li Silêmaniyê du caran sînorê Fermandariya Herêma Duyem a Pêşmerge û taxa Qalawê ya li navenda bajêr bûn armanca dronan.
Di êrişa li ser taxê de zarokek birîndar bû.
Her çi qasî Dezgeha Ewlehiya Herêmê (Asayîşa Silêmaniyê) di daxuyaniyekê de ragihandibe ku bûyerê ti windahiyên canî nînin jî agahiyên dawî behsa birîndarbûna zarokekî dikin.
Amarên nû yên êrişan
Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve heta îro (şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di roja 13an de didome), 267 dron û mûşek arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di encama wan de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 24 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.
Heta îro bi 222 dron û mûşekan êrişî Hewlêr û sînorê parêzgehê hatiye kirin.
Di heman demê de 39 êriş li bajarê Silêmaniyê û sînorê parêzgehê hatine kirin.
Di rojên borî de 3 êrişên bi 4 dronan li ser parêzgeha Dihokê hatin kirin.
Li Helebceyê herî kêm êriş hatine kirin û 7ê Adarê bi du dronan êrişî Çiyayê Şinrûyê hat kirin.
Agahiyên li ser kuştî û birîndaran
Kesekî ku canê xwe ji dest daye karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
Çar ji wan Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku du li Hewlêrê û du jî li Silêmaniyê bûn.
Ji bo birîndaran amar wiha ne: Sê karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, du parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanên Hotel Tîtanîkê ya li Silêmaniyê.
Her wiha çar sivîl birîndar bûne ku yek ji wan kuryeyekî motorsîkletê yê li Hewlêrê bû.
Birîndarek li Kampa Bacid Kendalê ya li Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya li Koyeyê û îro jî 12ê Adarê zarokek li taxa Qalawê ya Silêmaniyê birîndar bû.
Her wiha ji ber êrişan 14 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn.
Deverên ku hatine bombebarankirin
Hewlêr: Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, taxa Karmendan, Sêbîran, taxa Roşinbîrî, taxa Jiyan, taxa Kurdistan, taxa Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirkê, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Silêmanî: Silêmanî, Qalawe, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirgêwezê, gundê Zirgêwezeleyê, nahiya Sûrdasê, qezaya Kifriyê, hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslûceyê û Çiyayê Zimnakoyê.
Dihok: Parzûngeha Petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Şinruyê.
Çavkaniya êrişan
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.
Ji roja ewil a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsiyariya piraniya êrişên li ser Herêma Kurdistanê girtiye ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse