Serok Barzanî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Salih Muslim Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Salih Muslim peyameke sersaxiyê da malbata wî kir û sersaxî ji wan re xwest.

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha nivîsî:

"Ji ber koça dawî ya xwedêjêrazî Salih Muslim, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re dixwazim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wî bi bihuşta fireh şad bike."

Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê

Salih Muslim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.

Derbarê merasîma şînê û veşartina termê Salih Muslim de jî, îro demjimêr 08:00ê sibehê termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin û dê li bajarê Kobaniyê were binaxkirin.

Salih Muslim kî bû?

Salih Muslim Mihemed, Adara 1951ê li gundê Şêranê yê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Kobaniyê xwendiye.

Sala 1977an Beşa Endezyariya Kîmyayê li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê qedandiye û piştre ji bo fêrbûna zimanê Îngilîzî salekê li Londonê xwendiye.

Wekî endezyarê kîmyayê di şirketa Petrominê de li Erebistana Siûdî xebitiye.

Dawiya salên heştêyan bi rêya karkerên Kurd ên li Erebistana Siûdî pêwendî bi refên PKKyê re daniye.

Sala 1990î vegeriyaye Sûriyeyê û li Kobanî û Helebê wekî endezyar xebitiye.

Sala 1998an bûye endamê Polîtburoya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk û sala 2003yan bûye yek ji damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

3 caran hatibû desteserkirin

Salih Muslim 3 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye desteserkirin.

Sala 2004an li Kobaniyê hat desteserkirin û salekê di bin şkenceyê de ma, sala 2006an jî 3 mehan desteserkirî ma.

2009an rejîma Sûriyeyê hewl da wî desteser bike lê ji ber ku ew ne li malê bû, hevjîna wî Eyşe Efendî desteser kirin û 9 mehan di girtîgehê de ma.

Salih Muslim salên 2010 - 2017an Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.

Posta wî ya dawî Endamtiya Konseya Hevserokatiya PYDyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst