Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn civiyan.
Her du aliyan tekezî li ser yekrêzî û aliyên siyasî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku, di civînê de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku "hestiyariya qonaxê û metirsiya berfirehbûna şer a li herêmê wisa kiriye ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekrêz û bin, da ku bi hev re rûbirûyî astengiyan bibin û qewareya federalî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê biparêzin."
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ducare kir ku ew dê "wekî her tim di hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyan û parastina yekrêziyê de berdewam be, da ku Herêma Kurdistanê bi aramî û seqamgirî vê qonaxa hestiyar derbas bike."
Mijareke din a civînê taybet bû bi pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ku tê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan a li ser bingeha destûrê hat kirin.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ji bo parastina seqamgiriya siyasî "destxweşî" li hewlên Nêçîrvan Barzanî kir û rola wî ya di vî warî de wekî "girîng" nirxand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse