کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Amedê avêtina mask û lepikan bûye cihê metirsiyê

Mehdî Mutlu

Mehdî Mutlu

12-04-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu12-04-2020

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê niha bikaranîna mask û lepikan zêdebûne; lê mixabin beşek ji xelkê piştî ku wan lepik û maskan bikar tînin bê serûber davêjin kolanan  û ev yek metirsiya belavbûna vê vîrusê zêdetir dike.

Sekreterê Giştiyê yê Jûra Bijîşkên Amedê dibeje ku ev rewşeke metirsîdar e; ji aliyeke din ve Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê bal dikşîne ser wê yekê ku vîrusa  li ser rûyên mask û lepikan jî bi demekî dirêj dikarin bijîn.

Li Amedê bi hezaran lepik û maskên avêtî li ser cadeyan, hemû jî hatine bikaranîn û xwediyên wan zehmetî nedane xwe û ew bê serûber avêtine ser cade û kolanan.

Nayê zanîn ka vîrus li ser wan hene an na, lê rastiyeke heye ku ew paqij nînin û heke vîrus bi wan ve zeliqî be niha êdî  jîngeh ne ewle ye.

Li bazareke navenda bajarê Amedê ku bi sedan lepik û maskên avêtî di nav bi hezaran mirovan de ne, beşek zêde xelk bi mask û bi  lepik in; û ew di ser wan bermayiyan de gav davêjin.

Welatiyê bi navê Yehya Eraslan dibêje: “Ez ti carî lepik û maskên xwe navêjim erdê, ez davêjim kulfengê.”

Welatiyê bi navê Rehmî Turken jî dibêje: “Maskên li bazarê hemû sexte ne û em davêjin.”

Li gor Odeya Bijîşkên Amedê jî bermahiyên wek lepik û ziblên pizîşkî û divê teqez ew bermahî ji xelkê dûr werin girtin.

Sekreterê Giştî yê Jûra Pizîşkên Amedê Dr. Orhan Îlîm jî got: “Divê baş were zanîn ku ev alav, ziblên pizîşkî ne û divê bi awayeke parastî bêne avêtin û îmhakirin, divê xebatkarên şaredariyê jî bi hûrbînî li vê babetê binêrin; lewre ev bermahî li ser jiyana xelkê metirsiyeke mezin peyda dikin û divê bi kontrol bêne ji holê bêne rakirin.”

Hem li gor lêkolînên pizîşkî hem jî li gor raporên Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê vîrusa Covîd-19 an herî kêm li ser paxir û sifrê herî zêde li ser rûyê plastîkê dikare bijî;  ango vîrus heke bi demamk û lepikan ve girtibe ew heta 48 seetan jî dikare bijî.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên