Îran: 497 jin û zarok di êrişan de mirine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Jin Mirin Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Rewşa Awarte ya Îranê Cefer Mîadfer ragihand ku l ji destpêka şer ve 285 jin mirine û zêdetirî 4 hezar jinên din jî birîndar bûne.

Cefer Mîadfer her wiha da zanîn ku di heman demê de 221 kesên di bin 18 saliyê de mirine û zêdetirî 2 hezar zarokên din jî birîndar bûne.

Birêvebirê Rewşa Awarte ya Îranê Cefer Mîadfer amarên nû yên taybet bi jin û zarokan eşkere kirin.

Mîadfer diyar kir ku ji destpêka şer ve herî kêm 2 hezar û 115 welatiyên di bin 18 saliyê de birîndar bûne ku temenê 124 kesan ji 5 salî kêmtir e.

Êrişa li ser dibistanê

Li gorî gotina Cefer Mîadfer, di encama êrişên Îsraîl û Amerîkayê de 221 welatiyên di bin 18 saliyê de hatine kuştin.

Ji van kesan 168 zarokan di encama êrişa li ser dibistana Mînabê ya parêzgeha Hurmizganê de canê xwe ji dest da.

Mîadfer amaje pê kir ku 18 ji wan miriyan temenê wan di bin 5 salî de bûye.

Karmendên tenduristiyê jî bûne hedef

li gorî amarên Birêvebirê Rewşa Awarte ya Îranê, hejmara jinên birîndar ên di encama êrişan de gihîşt 4 hezar û 993 kesan.

Mîadfer her wiha destnîşan kir ku di encama êriş û bombebaranan de 26 karmendên tenduristiyê mirine û 118 karmendên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst