Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku zêdetirî 40 rojan deriyên dibistanên Herêma Kurdistanê girtî bûn, îro nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekarên dibistanan û 200 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehan vegeriyan navendên perwerdeyê.
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Deriyên nêzîkî 7 hezar dibistanan li ber nêzîkî milyonek û 794 hezar xwendekaran vebûn."
Li Herêma Kurdistanê ji bilî 7 hezar dibistanan, 20 zanîngeh û peymangehên fermî, 18 zanîngeh û 35 peymangehên taybet hene.
Berpirsekî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand:
"Derdora 200 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehên fermî û taybet hene û îro perwerdeya wan dest pê dike."
Ji 28ê Sibatê ve ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, xwendin li Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.
29ê Adarê biryar hatibû dayîn ku amadebûna li polan were rawestandin û pêvajoya xwendinê tenê bi awayê online û dîjîtal bidome.
Sedema vekirina dibistanan çi ye?
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Perwerdeyê roja Înê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibû:
"Yekşemê 12ê Nîsanê, destpêkirina ducare ya perwerdeyê li hemû navendên xwendinê yên fermî û taybet ên li Herêma Kurdistanê li nav pol û kampusan dest pê dike."
Amerîka û Îranê roja Çarşemê ragihandibû ku ew dê du hefteyan şer rawestînin û dest bi dan û standinan bikin.
Ev biryar bû bingeha sereke ya destpêkirina ducare ya perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse