Îran: Me 50 sîxur desteser kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Sîxur Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê ragihand ku wan 50 kesî bi tohmeta sîxuriyê û şandina agahiyên leşkerî ji bo derveyî welêt desteser kirine.

Li gorî daxuyaniyê, ev kes li 16 parêzgehên cuda yên welêt hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê da zanîn, kesên ku hatine desteserkirin bi “agahiyên hûrgilî yên li ser xalên leşkerî û cihên kombûna hêzên ewlehiyê kom kirine” tên tohmetbarkirin.

Polîsên Îranê diyar kir ku wan ev agahî ji bo wan aliyan şandine ku Tehran wan wekî “tora terorîstî” pênase dike.

Xalên stratejîk kirine hedef

Li gorî daxuyaniya polîsan, beşek ji desteserkiriyan xalên stratejîk û hestiyar ji bo “dijminan” diyar kirine da ku êrişî wan were kirin.

Polîsên Îranê amaje pê kir ku di dema desteserkirina wan kesan de, wan dest danîye ser gelek çek, narincok, amûrên înternetê yên Starlinkê û gelek amûrên elektronîk.

Rewşa agirbestê û dan û standinan

Şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê de ku li dijî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû, 8ê Nîsanê bi agirbesteke du hefteyî hat rawestandin.

Her çi qas 11ê Nîsanê di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinan dest pê kiribe jî lê heta niha ew gotûbêj bêencam in.

Li Îranê her caran desteserkirina welatiyan a bi tohmeta "sîxurî" û "derxistina aloziyan" li bajarên cuda tê ragihandin.

Lê heta niha amareke fermî û giştî ya derbarê hejmara desteserkiriyên bi van tohmetan nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst