Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber hilbijartina wî ya wekî Patrîkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, Patrîk Mar Polsê Sêyem Nona pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, "Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêgeha xwişk û brayên Kildan û hemû Xiristiyanên Kurdistanê dike."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji Patrîarkê nû re xwest û got, "Bi helkefta hilbijartina we wekî Patrîarkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we dikin û hêviya serkeftinê di vê erk û berpirsyariya mezin de ji we re dixwazin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pêkvejiyana pêkhateyên li Herêma Kurdistanê wiha got:
"Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêgeha xwişk û birayên Kildan û hemû Xiristiyanên Kurdistanê dike û em tekeziyê li ser pabendbûna xwe ya neguher a ji bo xurtkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse